KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şahidiya jiyanekê: Îsmaîl Agaç û bîra Kurdistanê ya şikestî
Jiyana Îsmaîl Agaç, bes ne çîroka jiyana însanekî ye yek ji vegotina bêdeng lê belê rasttirîn dîroka Kurdistanê ya nîvsedsala dawîn bû. Ji ber ku hîn însan naaxivin; lê belê jiyana wan diaxive. Îsmaîl Agaç jî yek ji wan însanan e. -
KCK'ê ji bo Îsmaîl Agaç peyama sersaxiyê weşand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo Îsmaîl Agaç ku jiyana xwe ji dest da, sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest û got, “Em weke hevrêyên wî û gelê Kurd dê tu carî Îsmaîl Agaç ji bîr nekin. Em ê her tim bîranîna wî bidin jiyîn.” -
Şêrwan Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir
Çalakvanê siyasî û rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, di Roja Rojnamevaniya Kurdî de dest bi greva birçîbûnê kir. -
Kampa Surdaşê dîsa hat bombebarankirin
Carek din kampa Surdaş a li sînorê Silêmaniyê ku Kurdên Rojhilat lê ne hat bombebarankirin. Li gorî agahiyan di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne. -
Daxwaza berdana rojnamevanên girtî hate kirin
Sendîkaya rojnamevanan û Navenda Metro bi daxuyaniyeke hevpar xwest, dawî li girtina pênûsên azad bê anîn û rojnamevanên girtî bêne berdan. -
Parêzeran li Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de nerazîbûn nîşan dan
Navend û Komîsyonên mafên jinan ên baroyên bajarên Kurdistanê li ber Edliyeya Dêrsimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de daxuyanî dan çapemeniyê. Hiqûqnasan, diyar kirin ku derengmayîna di dosyayê de baweriya li hember sîstema edaletê qels kiriye. -
Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî
Sê girtiyên Kurd ên bi hinceta tevlî çalakiyên "Jin, Jiyan, Azadî" yên li Rojhilatê Kurdistanê bûn hatin girtin, bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. -
Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye
Nivîskar û rojnamevan Latîf Fatîh Ferec anî ziman ku komkujiyên mîna Enfal û Helebceyê ji bo avakirina siberoja hevpar û bi ewle ya gelê Kurd, çavkaniya fêmkirina girîngiya yekîtiya neteweyî ye. -
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re daxuyanî da û Şevîn Tetwan (Hayriye Avras) a ku sala 1999’an şehîd bû û Seyît Dersim (Alî Kaçar) ê ku sala 2017’an şehîd bû, bi bîr anî. -
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Li navçeya Pîrmam a Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetilkirin û cenazeyên wan mehekê di malê de veşartin. Têkildarî bûyerê kes kes hatin qetilkirin û gumanbarek bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. -
Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 2023’yan de banga guhertina qanûnan li dewleta Tirk hat kirin. -
Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn
Ji beşên cuda yên civakê li Silêmaniyê serdana gora Şehîd Xezal Mewlan kir û destnîşan kir ku xwedî li hemû şehîdên Kurdistanê derdikevin û ti alî nikare yekdengiya Kurdan têk bibe. -
Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye
Encamnameya Meclisa Partiyê ya DBP’ê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de wiha hate gotin, “Jinûveavakirina pêvajoyê, peywira me ya sereke ye.” -
Ji FEDA'yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê
Federasyonan Elewiyan a Demokratîk (FEDA) a Swîsreyê li bajarê Zurcihê çalakiya piştevaniyê lidar xist. -
YNK bersivek tund da ENKS'ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin
Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) bertekekî tundî nîşanî daxuyaniya Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Suriye (ENK) ya derbarê Serokkomariyê de da û diyar kir ku nirxandinên navborî bi armanca "fîtnê û parçekirinê" ye. -
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY'ê kir
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li hikûmeta Iraqê kir ku divê helwest û bertekên cidî raber bikin û ji bo parastina jiyana penaberên siyasî û rêgirtina li dubarebûna van sucan, pêngavên pratîkî, yasayî û eşkere bihavêjin. -
Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, 18 kesên ku berî 10 salan di berxwedana xweseriyê de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bi bîr anîn. -
Berdevkê PJAK’ê: Hêzên şoreşger dikarin di kêliyekê de hevsengiyê biguherin!
Berdevkê PJAK’ê Rêbwar Awdanan ragihand ku nabe her tişt di nava du vebijêrkên şer an jî lihevkirina di navbera hêzên cîhanî û Îranê de were sînordarkirin, civak û rêxistinên şoreşger dikarin di kêliyekê de dakevin qadan û hevsengiyê biguherînin. -
Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeya windayan bipirsin li Amed, Êlih, Colemêrg û Êlihê hatin ba hev. -
Li Hewlêrê êrîşa bi mûşekan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Hate diyarkirin ku rejîma Îranê Kampa Cejnekan û Alan ya sînorê Parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Di encama êrişê de du jinên pêşmerge û zarokek jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. -
Ji bo Meşa Gemlîkê ji Wanê ber bi Amedê bi rê ketin
Jinên ku dê tev li Meşa Gemlîkê bibin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were lidarxistin, bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” ber bi Amedê ve bi rê ketin. -
Li Silêmaniye û Koye êrişên bi droneyan
Saziya Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Silêmaniye û Koye bi droneyan êriş hatine kirin. -
'Xizmeta bi zimanê dayikê ji bo gihîştina gelemperî û wekheviyê pêdiviyeke neçarî ye'
Hevşaredar Fatma Gulan Onkol, diyar kir ku bi Meclîsa Ziman a ku li Şaredariya Sûrê hatiye avakirin re wê şaredariya pirzimanî bibe saziyeke mayinde û destnîşan kir ku xizmeta bi zimanê dayikê, ji bo gihîştina gelemperî û wekheviyê pêdiviyeke mecbûrî ye. -
YNK: Guhertina Parêzgerê Kerkûkê encama peymanekê ye
Berdevkê YNK’ê Karwan Gezneyî eşkere kir ku guhertina di peywira parêzgariya Kerkûkê de, encama peymaneke pêşdem e ku beriya du salan hatibû kirin. -
Mihemed Seman ji bo Walîtiya Kerkûkê hat hilbijartin
Di hilbijartina Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê yê nû.