Li Hewlêrê êrîşa bi mûşekan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Hate diyarkirin ku rejîma Îranê Kampa Cejnekan û Alan ya sînorê Parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Di encama êrişê de du jinên pêşmerge û zarokek jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, rejîma Îranê berî çend kêliyan bi mûşekan sînorê Balîsan û Behrikê ya dikeve ser Parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Hate diyarkirin ku êrîşî Kampa Cejnekan ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) ya nêzîkî Behrikê ya Hewlêrê hate kirin û ji ber vê yekê zarokê bi navê Şahîn Azerberzîn jiyana xwe ji des da û bavê wî jî birîndar bû.

Her wiha di nûçeya Rojnewsê de hate ragihandin ku rejîma Îranê Kampa Alan ya ser bi Balîsan bombebaran kir û di encamê de 2 jinên pêşmerge bi navê Neda Mîrî û Semîra Elayarî yên PDK-Î jiyana xwe ji dest dan û hinek pêşmerge jî birîndar bûn.