KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin
Kampa Azadî ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê di satên êvarê de bi mûşekan hat hedefgirtin; mûşek li xaniyekî ket û zirarên madî çêbûn. -
Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin
Kampa Sûrdaş ya ku welatiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn, bi du mûşekan hat bombebarandin. -
Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga 'îradeya hevpar'
Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga îradeya hevpar hate kirin. -
Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir
Serlêdanên îsal a ji bo 7’emîn Pêşbira Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat ku li Mexmûrê ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad a Mexmûrê (YXA) ve tê lidarxistin, destpê kir. -
Mûhsîn Osman: Divê Kurd rêya ber bi kongreya neteweyî diyar bike
Mûhsîn Osman rageşiya li Rojhilata Navîn û rewşa Kurdan nirxand û diyar kir ku li Rojhilata Navîn guherînên mezin rû didin û ji ber van guherînan divê Kurd bi lez heyeteke rewşenbîran ava bike û rêya ber bi kongreya neteweyî diyar bike. -
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn
Li nêzî Taxa Derwazeyê, siwareyeke barhilgir a ku ji kontrolê derket li nêzî 40 siwareyan xist; di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn. -
Li Kerkûkê ji bo Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin
Li Kerkûkê Endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYD’ê Şehîd Salih Muslim di çilrojiya xwe de bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Konferansa li Rihayê: Civaka demokratîk ji qada xwecihî destpê dike
Di konferansa DEM Partiyê de ya li Rihayê, Canan Kebenç Ozkan axivî û di avakirina civaka demokratîk de bal kişand ser rola navendî ya rêveberiyên xwecihî. -
Konferansa 'Yekîtiya Neteweyî': Divê Kurd hiqûqa xwe ya navxweyî ava bikin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di konferansa yekîtiya neteweyî de axivî û anî ziman ku ji bo azadiya Kurdan divê hiqûqa xwe ya navxweyî û yekîtiya xwe ava bikin. -
Rêber Apo: Yekîtiya demokratîk mecbûriyeteke dîrokî ye
Rêber Apo: Yek ji pirsgirêkên herî esasî yên gelê Kurd pirsgirêka yekîtiyê ye. Ji ber vê yekê jî yekîtiya demokratîk mecbûriyeteke dîrokî ye. -
Konferansa 'Yekîtiya Demokratîk' destpê kir
Konferansa "Kurdên Bakur yekîtiya neteweyî nîqaş dikin" a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk destpê kir. -
Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Mazlum Dogan hat kirin
Bi girseyî serdana sersaxiya Mazlum Dogan (Murat Denîz) ku di êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava de 19’ê Çileyê li Dêrazorê şehîd bû, hat kirin. -
Gerîlayê HPG’ê Hamît Akdogan li ser gora xwe hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Hamît Akdogan di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Qoserê hate bibîranîn. -
‘Dema statuya Ocalan hate naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan bên vekirin’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di kongreya MED TUHAD-FED’ê de axivî û got, “Kêliya ku statuya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan were naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan werin vekirin.” -
Li dijî qirkirina Ermen û Asuriyan sembola nemir a xwişk-biratiyê: Hamo Şero Paşa
Hamo Şero Paşa 111 sal berê, di sala 1915’an de bi hembêzkirina 20 hezar Ermenî û Asûriyan bû mertalê rûmetê û li dijî fermanan Çiyayê Şengalê kir keleha xwişk-biratiyê, îro tevî êrîşên DAÎŞ’ê jî weke mîraseke zindî di bîra mirovahiyê de ronahiyê dide. -
Rapor: Li Herêma Kurdistanê 647 êrîş pêk hatin
Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) raporeke nû derbarê êrîşên di pêvajoya şerê DYE/Îsraîl û Îranê de li ser Herêma Kurdistanê pêk hatine, belav kir. -
Li DYE ji bo desteserkirina qesra Mesrûr Barzanî doz hat vekirin
Wezareta Edaletê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), ji bo desteserkirina qesra kurê serokê PDK’ê Mesrûr Barzanî, doz vekir. -
Dilê pîroz ê Şengalê û parêzgeha Melekê Baranê: Pîrê Ewra
Mezargeha Pîrê Ewra ku li ser lûtkeyên bilind ên Çiyayê Şengalê mîna bîra hezar salan radizê, ne tenê perestgeha Melekê Ebrûs û xwediyê baranê ye, lê di heman demê de warê herî kûr ê yekbûna xweza, huner û baweriya Êzîdxanê ye. -
Desteya Mafên Mirovan serdana rojnamevan Şêrwanî kir
Desteya Mafên Mirovan serdana rojnamevan û çalakvan Şêrwan Şêrwanî kir. Şêrwanî daxwaz kir ku ji bo rawestandina greva birçîbûnê, destûr bê dayîn ku biçe mala xwe an jî dosyaya wî ji bo Silêmaniyê were veguhastin; her du daxwazên wî jî hatine redkirin. -
Li Hewlêrê êrîşî baregeha Sazmanî Xebat hat kirin
Bi balafireke bê mirov êrişî baregeha Sazmanî Xebat ya partiyeke li Rojhilatê Kurdistanê ye û dikeve bajarokê Rizgarî ya sînorê navçeya Xebat ya Hewlêrê, hat kirin. Li gorî agahiyên ewil tu windahiyên canî nînin. -
Li Elbakê êşkenceya polîsan hat şermezar kirin
Êşkenceya polîsan a li navçeya Elbak a Wanê ya li dijî sê birayan bi meşekê hat şermezarkirin. -
Rapora UNESCO’yê: Xwendekarên keç dubare di bîrkariyê de paş dikevin
Li gorî rapora nû ya UNESCO’yê, piştî pêşketina bi salan xwendekarên keç dubare di dersa bîrkariyê de paş dikevin. Meyla berbehs di 30 salên dawiyê de gihiştiye asta herî bilind. -
Ji bo Mehmet Konûr piştî 32 salan konê sersaxiyê hate vedan
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo gerîlayê ARGK’ê Mehmet Konûr yê di sala 1994’an de şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan û sersaxî bi girseyî hate ziyaretkirin. -
Alî Koç ê piştî 34 salan hate berdan: Azadiya Rêbertî wezîfeya me ye
Alî Koç ê piştî 34 salan hate berdan got, "Azadiya hevalên me yên li zindanê û azadiya Rêbertî wezîfeya me ye." -
Hevpeymana Hêzên Siyasî li dijî êrişan banga helwestê kir
Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir ku li hemberî êrişan helwestê nîşan bidin.