Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

Kampa Sûrdaş ya ku welatiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn, bi du mûşekan hat bombebarandin.

Rejîma Îranê Kampa Sûrdaş ya ser bi sînorê Parêzgeha Silêmaniyê bi mûşekan bombebaran kir. Hat ragihandin ku êriş saet 16:00’an pêk hatiye.

Çavkaniyek ji kampê daxuyand ku tankerên avê yên kampê hedef hatiye girtin û di êrîşê de ti ziyaneke canî pêk nehatiye.

Hêjayî bibîr xistinê ye ji destpêka şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de li Herêma Kurdistanê 21 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.