KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Rojbûna Rêbertî jinûve afirandina hêviya azadiyê ya jinan e'
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Jidayikbûna Rêbertî bûyîna gelekî ye, nîşaneya jinûve bûyîna hêviya azadiyê ya jinan e." -
PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir
PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û daxwaz ji civaka Îranê û civaka navneteweyî kir ku li dijî gefa bidarvekirinê bêdeng nemînin û tiştên pêwîst ji bo pêşîgirtina li van kiryarên nemirovî ya rejîma Îranê bigrin. -
Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir
Desteya Demkî ya Projeya Netewî daxwaz ji hemû alî û navendan kir ku hemû bi hev re ber bi siberojeke baştir ve gav bavêjin û bi hev re amadekariya lidarxistina konferansekê bikin ku nîqaş li ser pilan û bernameya karê projeyê û pêşxistina projeyê bikin. -
Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin
Li gundê Bîrakizîr ê navçeya Rezan a Amedê, bi boneya rojbûna Rêber Apo 77 darên çamê û 77 darên çinarê hatin danîn. -
Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da
Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê û Şaxa Rihayê ya ÎHD’ê bal kişandin ser çavkaniyên avê û tehrîbata li ser ekosîstemê û daxwaz kirin ku karên lêgerîn û derxistina madenê yên lê çavkaniyê avê hene, werin sekinandin. -
Rojbûna Rêber Apo li Şengalê bi çandina daran hate pîrozkirin
Şervanên YBŞ'ê rojbûna 77'an a Rêber Apo bi çandina daran û şahiyekê pîroz kirin. -
Li nêzî Balafirgeha Hewlêrê teqîn
Li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, li nêzî balafirgeha navneteweyî sibeha Sêşemê dengê teqînê hate bihîstin. -
KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anîn
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û şehîdên şoreşê yên di dawiya meha Adarê de tên bîranîn bi rêzdarî bi bîr anî û bal kişand ser biryardariya domandina têkoşîna wan. -
Peyama kongreya MXDŞ'ê: Eger civak xwe ava bike, dewlet ne tiştek e!
Beşdarên Kongreya 6'emîn a MXDŞ’ê gotin, "Eger civak xwe ava bike, dewlet ne tiştek e. Îro Şengal mala me ye, me divê em ava bikin." -
Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 191’an û di roja 983’an de bi biryardariyek mezin didome. -
Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn
Wezareta Perwerdeyê bi hinceta ‘xebatên perwerdeyê yên bêdestûr’ li Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA 400 hezar TL cezayê pere birî. Li dijî biryarê welatî û aktivîstên ziman nerazîbûn nîşan dan. -
Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe
Rojnamevan û aktîvîstên siyasî yên beşdarî 6’emîn Kongreya MXDŞ’ê bûn diyar kirin ku Rêveberiya Xweser weke pêdiviya civaka Êzidî hate avakirin û gotin, girîng e parastina Êzidiyan û îdareya wan a serbixwe hebe. -
Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî
Harûn Cûdî zanî bû ku hebûn bi kedê dibe û bi vê têgihiştinê xwest bersivê bide pêvajoyê. Her wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî û bi hevrêtiyeke ku li milîtaniya Apoyî tê bû xwedî kesayetekî dîrokî. -
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Navenda kevn a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li Girê Rîaye ya Silêmaniyê ye, bi dronan hate bombebarankirin. -
CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin
CPT'ê ragihand ku Îran û komên girêdayî wî di meha borî de 474 êrîş li Başûrê Kurdistanê pêk aniye û 14 kes jiyana xwe ji dest dane û 93 kes birîndar bûne. -
Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin
Li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, êriş birin ser rûniştgeha nûnertiya Yekîtiya Ewropayê (YE). Li aliyê din, li Xurmatuyê jî baregeha Haşdî Şabî hate bombekirin. -
Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê
Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên banga yekîtiyê li Êzidiyan û naskirina mafê xwerêvebirin û parastinê li Iraqê kir. -
KNK'ê êrişên li ser Başûr şermezar kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir. -
KCK'ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir û got, "Êrişên li ser Kurdistanê careke din nîşan da ku yekbûna hêzên siyasî yên Kurd a li ser bingeha yekîtiya demokratîk çiqasî pêwîst e." -
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî şermezar kir û got, "Divê aliyên pêwendîdar ji bo rawestandina van êrişan bi erk û berpirsyariya xwe rabin." -
PJAK ji bo Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê careke din hate vexwendin
PJAK ku ji lîsteya beşdaran a Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê hatibû derxistin, li ser nerazîbûnan û hevdîtinan careke din ji bo kongreyê hate vexwendin. -
Li Başûrê Kurdistanê gelek êriş
Li Başûrê Kurdistanê doh bi şev jî bi droneyan êriş li gelek deveran hate kirin. -
Encamnameya Kongreya 6’emîn a Meclîsa Xweser a Şengalê
Lidarxistina "Kongreya Yekîtiya Êzidiyan", xurtkirina rêxistiniya leşkerî, siyasî û çandî û pêkanîna entegrasyona demokratîk jî di nav de Kongreya 6'emîn a Meclîsa Xweser a Şengalê bi wergirtina biryarên girîng bi dawî bû. -
Xaka Tirkiyeyê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihand hev
Wê xaka Tirkiyeyê ya ku lê ji dayik bû bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re kir yek. Bi yekbûnê re hîn bedew bû û bû xwedî wateyê. Li gorî her qada têkoşîna azadiyê, merc û pêwîstiyên şoreşê xwe amade kir û bû şoreşger. -
Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî êrîşa li dijî mala Neçîrvan Barzanî şermezar kirin
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û Serokê YNK'ê Bafil Talebanî êrîşa li dijî mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û piştgiriya xwe nîşan da.