PJAK’ê piştgirî da banga dayikên aştiyê ya li dijî darvekirinê

Li ser banga dayikên aştiyê ya li dijî darvekirina girtiyên siyasî ya ji aliyê rejîma Îranê ve PJAK’ê piştevaniya xwe nîşan da û bang li hemû hêzan kir ku piştgiriyê bide.

Dayikên Aştiyê ya Kurdistanê têkildarî darvekirina girtiyên siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurd kiribû.

Li ser vê yekê endamê Desteya Rêvbeber ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ya ji bo banga dayikên aştiyê anî ziman.

Rêwar Awdanan destnîşan kir ku ew banga dayikan a li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bidin sekinandin, girîng dibînin.

Awdanan anî ziman ku dayikên aştiyê daxwaza piştgirî û havkariyê ji wan kiriye ji bo pêşîgirtina bidarvekirina girtiyên siyasî ya ji aliyê Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve û got: “Em PJAK em pir girîngî didin dayikên aştiyê ji bo wê em bi hemû hêza xwe piştgiriya banga dayikan dikin.”