Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala'yê barand

Mûhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê bi fuzeyan êrîş birine ser biryargehên Komala. Hat diyarkirin ku di êrîşê de ti ziyanên can çênebûne.

Civata Kedkarên Kurdistanê (Komala) ragihand ku Îranê bombe li biryargehên wan ên li Hewlêrê barand.

Endamê Desteya Rêveber a Komala Amjad Huseyîn Panahi li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku biryargehên wan ên li Geliyê Alana, ji aliyê Îranê ve hatine hedefgirtin.

Panahi anî ziman ku êrîş ji aliyê Artêşa Mûhafizên Şoreşê yên Îranê ve pêk hat û diyar kir ku saet 12.45’an sê fuze li baregehên Komala ketine.

Panahi destnîşan kir ku di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne û diyar kir ku Îran ji destpêka şer û vir ve êrîşên xwe yên li ser Komala didomîne.

Panahi ragihand ku Îranê ji destpêka şer û vir ve bi zêdeyî 76 fuze û balafirên bêmirov êrîşî biryargehên Komala kiriye.