KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê
Şehîd Rûken Mamxûrî, bû yek ji fermandarên ciwan ên YJA Starê; tim bi cidiyeteke mezin li nêzî erkên xwe bûn. Li hemberî dijminê dagirker li ser xeta berxwedan û şerî roleke pêşeng girt ser milên xwe. -
Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze
Endamê Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku êrişên li ser Kurdî dewam dikin, li hemberî vê yekê divê her Kurdek helwestê nîşan bide û got, "Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze wê nikaribe hebûna xwe jî biparêze." -
Cenazeyê Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê wî hat veşartin
Cenazeyê Yaşar Tendûrek ku di sala 2018'an de li Qilebanê di pevçûnekê de şehîd bû ji goristana bêkesan hat wergirtin û bi merasîmeke girseyî li bajarê lê jidayikbûye Qelqeliyê hat veşartin. -
Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”
Di çarçoveya Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin de atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê” hat lidarxistin û rola rojnamegeran a di pêvajoya aştiyê de û zimanê di medyayê de hate nîqaşkirin. -
SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidxanê (SZPÊ) 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û ji Êzidiyan xwest, bi zimanê xwe bi biaxive, binivîsîne. -
Amnesty: Îsraîl li Quneytîrayê sûcê şer dike
Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) de hate ragihandin ku binpêkirinên Îsraîlê yên li Quneytîrayê kiriye dikevin ber sûcê şer. -
Ji PJAK'ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî
PJAK'ê ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand û destnîşan kir ku her malek divê bibe weke dibistanek ku zimanê Kurdî lê tê hînkirin û xurtkirin. -
PAJK: Divê statuya Rêber Apo fermî bibe û bibe hêza bicihanînê
Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku pêvajoya hiqûqî û qanûnî divê bikeve dewrê û got, "Pêvajoa ku Rêber Apo azad nebe, statuya xwe fermî nebe û nebe hêza bicihanînê, nepêkane ku bimeşe." -
Kampa Cêjnîkan a li Hewlêrê bû hedefa êrişê
Kampa Cêjnîkan al i Hewlêrê 13'ê Gulanê şeva Çarşemê bû hedefa êrişa bi 2 droneyan. -
Ji KNK’ê ya peyama Cejna Zimanê Kurdî: Divê Kurdî were parastin û xurtkirin
KNK’ê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî banga parastin û xurtkirina zimanê Kurdî kir. KNK’ê diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayîkê bi awayekî qanûnî were misogerkirin û qedexe û zextên li ser Kurdî şermezar kirin. -
Azîzoglû: Ji bo Kurdî pêwîstî bi statuya fermî heye
Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû destnîşan kir ku ji bo parastina Kurdî divê gavên qanûnî bêne avêtin û got, statuya fermî ya ji bo zimanê Kurdî mecbûrî ye. -
Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin
Di encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê de ku di 10'ê Gulanê de li Cîzrê bi dirûşmeya "Perwerdehiya Kurdî, Statu Kurdî" hat lidarxistin, bang hat kirin ku Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî yê duyemîn bi destûrî were mîsogerkirin. -
Panela 'Aştiyê': Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe
Siyasetmedar û akademîsyenên ku di panela "Li Rojhilata Navîn derfetên aştiyê" ya çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî hate lidarxistin de axivîn, destnîşankirin ku Kurd dikarin di bidestxistina demokrasî û aştiyê de bibin mînak. -
Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku di operasyonek li bajarokê Dibis a ser bi parêzgeha Kerkûkê de, çeteyek DAÎŞ’ê hate girtin. -
Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir
Êzidiyan li dijî hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê ya li Şengalê, meşek girseyî lidar xistin. -
Zexta 'bidawîkirina çalakiyê' li rojnamevan Şêrwanî tê kirin
Rêveberiya girtîgehê şert danî ber rojnamevan Şêrwan Şêrwanî yê 22 roj in di greva birçîbûnê de ye ku heta dawî li çalakiya xwe nîne wê destûrê nedin ku doktor bibîne. -
Meşa ber bi azadiyê ve: Li Sûrê meşa ber bi bîra kolektîf ve
Navenda Bîrê, di çarçoveya Forûma Azadî û Aştiya Civakî de ya ku li Amedê dewam dike ‘’Meşa ber bi azadiyê ve: Li Sûrê meşa ber bi bîra kolektîf ve’’ lidar xist. -
2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû
2’yemîn Konferansa Komînan a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî bi şîara “Bi ruhê avakirina komîna ber bi civaka komînalîst ya demokratîk ve’ hat lidarxistin bi hilbijatina rêveberiyên nû bi dawî û. -
Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin
Polîtîkayên rizandinê, weke bajarên din ên Kurdistanê ji bo Êlih û Mêrdînê jî derbasdar in. Divê em van polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanên Kurd tên meşandin weke hewkeke rizandina civakî jî binirxînin. -
Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir
2’yemîn Konferansa Komînên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi şîara “Bi rihê avakirina komînan ber bi civaka komînalîst ya demokratîk ve” bi tevlîbûna 200 delegeyan destpê kir. -
Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê êdî gava pratîkî bê avêtin û got, "Dema ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve gav neyê av^tin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe." -
Hozan Mizgîn li Mexmûrê hate bibîranîn
Hunermenda şoreşger Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydın), di salvegera şehadeta xwe de li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi çalakiyekê hate bibîranîn -
Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê
Anê Xatun ku yek ji şahida Komkujiya Dêrsimê bû û jiyana xwe ji dest da, li axa ku lê ji dayik bûye bi erkana olî sipartin axê -
Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn
Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan di salvegera 4'emîn a koça dawî de li Goristana Asrî ya Dersimê li ser gora xwe bi merasîmekê hate bîranîn. -
Di roja 1025'an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn
Di çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Wargeha Mexmûrê dewam dike de, peyama têkoşînê hate dayîn.