KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya
Xelkê Mexmûrê ji bo sibê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe de li ser ‘Mafê Hêviyê’ biryarek erênî bigre, meşek girseyî lidar xistin û bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne. -
CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşkerên Iraqê kontol dike
Endamê CPT’ê Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk li nuqteyeke kontrolê ya li herêma Amêdiyê wesayîtên Hêzên Parastina Sînor yên Iraqê dirawestîne û bi kontrolkirina nasnameyên leşkerî navên wan tomar dike. -
Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî nobeta di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 1055’an de bi koma 203’an de bi biryardariyek xurt didome. -
Elyakut piştî 30 salan hat berdan: Baweriya heta dawiyê bi pêvajoyê heye
Alî Ejder Elyakut, piştî 30 salan ji girtgehê hat berdan li bajarê xwe yê Amed ji aliyê girseyeke mezin ve hat pêşwazîkirin. Elyakut got, "Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jiyaneke nû dest pê dike; baweriya heta dawiyê bi pêvajoyê heye." -
Meclisa Gel a Şengalê ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ bang li KE’yê kir
Meclisa Gel a Şengalê bang li Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir, li ser biryara xwe ya ‘Mafê Hêviyê’ ji bo Rêber Apo bisekine û ev got: “Em civaka Êzidî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo û fikrê wî de dibînin. Divê Rêber Apo bigihije azadiya xwe.” -
Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
Rojnamevan Hafiz Akdemîr di 34’emîn salvegera qetilkirina xwe de li kolana ku lê hatibû qetilkirin ji hêla hempîşeyên xwe ve hat bibîranîn. Di bîranînê de banga ronîkirina qetilkirina rojnamevanan hat kirin. -
Îranê bi dronan êrîşî kampa Azadî ya li Koyeyê kir
Îranê bi dronan êrîşî Kampa Azadî ya ku endamên partiya Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn kir. -
'Divê demildest mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were naskirin'
Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, daxwaz kirin ku ‘Mafê Hêviyê’ ji Rêber Apo re were naskirin û azadiya wî ya fîzîkê bê misogerkirin. -
Rêber Apo: Demokrasiya xwecihî şahdemarê entegrasyona demokratîk e
Rêber Apo: Demokrasiya xwecihî şahdemarê entegrasyona demokratîk e ku em hewl didin di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de pêk bînin. Entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya xwecihî dikare bi wate bibe. -
150 malbatên Êzidî yên li kampên Başûr vegeriyan Şengalê
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê vedigerin warê xwe. Hate ragihandin ku 150 malbatên din ên Şengalî vegeriyan cih û warê xwe yê qedîm. -
Restorasyona sexte ya pira Taşkopru ya dîrokî!
Taşkopru ya dîrokî ku ji ber teqandina dînamîtan a li Geliyê Godernê zerar lê bû, hate restorekirin. Lê belê restorasyon bi kevirên xweser nehate kirin, lewma rewşa dîrokî ya pirê ji holê hate rakirin. -
Bîrsen Orhan: Divê qeyûm bêne vekişandin, wezîfeya hilbijartiyan bê radestkirin
Bîrsen Orhan işaret bi bandora qeyûman a li ser demokrasiya xwecihî û îradeya gel kir û got, divê hikumet ji îradeya gel re bê nîşandan. -
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li navçeya Akrê ya Dihokê 2 drone hatin xistin. -
Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe
Di weşangeriya Kurdî de pirtûk û cihêrengî zêde dibe, lê belê hejmara xwendevanan kêm dibe. Weşanger û nivîskar gotin, ji bo pirsgirêkên weşanxaneyên Kurdî bêne çareserkirin û pirtûkên Kurdî hîn bêhtir bêne xwendin, işaret bi girîngiya statuya Kurdî kirin -
Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir
Girtiyê nexweşê giran Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hat berdan û li bajarê xwe Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Çerçel serdana gorên dayik û bavê xwe kir û gul danîn goran. -
Îranê jinek û birayê wê binçav kir
Li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê jinek Kurd li gel birayê xwe, ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin. -
Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî çalakiyên xwe yên ji bo aqûbeta windayan û darizandina kiryaran berdewam kirin. -
Desteya Giştî ya KNK’ê didome
24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê bi axaftin û xwendina peyaman didome. -
Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Fermandariya NPG’ê Murat Karayilan gotin, “24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê di vê serdema dîrokî de ji bo ku di pêşxistina yekîtiya Kurd a demokratîk de gavên nû bên avêtin wê rola xwe bilîze.” -
24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê dest pê kir
24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê bi beşdariya 300 delegeyan li bajarê Venlo ya Hollandayê dest pê kir. Civîna ku bi dirûşmeya “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” tê lidarxistin dê 2 rojan berdewam bike. -
Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê
Bi hemû bedewî û kevneşopiya xwe Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê, bi hatina biharê re rengê xwezayê digre û jiyana gundiyan geş dibe. Şêniyên gund tevî hemû zehmetiyan jî gotin: “Jiyana gund çêtire ji jiyana bajaran.” -
Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin
Platforma Saziyên Demokratîk di 11’emîn salvegera êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîrana 2015’an ya li dijî mitînga HDP’ê ya Amedê de li Qada Stasyonê çalakî li dar xist. Di bîranînê de banga ronîkirina komkujiyê û darizandina berpirsan hate kirin. -
Li Binarê Qendîlê Parka Şehîd Solîn hate vekirin
Li Binarê Qendîlê, Parka Şehîd Solîn a taybet ji bo zarokên herêmê hat vekirin ku gelek lîstokên zarokan di nav xwe de dihewîne û biryare di demên pêş de hinek lîstokên din jî jê re werin dabînkirin. -
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê piştgirî da banga 'yekîtiyê' ya Talabanî
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê piştgirî da banga yekîtiyê ya lîderê YNK'ê Bafil Talabanî ku gotibû, "Eşkere ye ku pêwîstiya herî sereke ya îro ya Kurdan yekîtiya neteweyî ye." -
KCK’ê ji bo Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyama sersaxiyê da
Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK), ji bo koça dawî ya Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyameke sersaxiyê da û diyar kir ku Şêx Feyaz yek ji stûnên sereke yên Medreseya Zanistî ya Necefê bû.