KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li ser dibistanê: Herî kêm 16 kes birîndar bûn
Xwendekarekî bi çekê avêt ser dibistaneke li navçeya Sêwereg a Rihayê û 16 kes birîndar kir. -
KCK'ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Enfal yek ji komkujiyên herî hovane, zalimane û bi êş a dîroka mirovahiyê ye û qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî. -
KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê hêvî kir ku Çarşema Sor aştî û xwişk-biratiyê bîne her derê ku ji bo Êzidiyan tê wateya destpêkirina sala nû û xak û mirovan digihîne pîrozmendiyê. -
Ji KCK'ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber koça dawî ya Zeynep Cansiz; dayika yek ji damezrînerên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Sakîne Cansiz daxuaniyeke sersaxiyê weşand. -
Çiyayên Kurdistanê bi rengê biharê xemilîn
Navçeyên Pasûr, Hênê, Licê û Farqînê yên Amedê bi kulîlkên cihêreng û darên bihîvê xemilîn. -
Navenda kanala NRT a li Silêmaniyê hat gulebarankirin
Navenda kanala NRT a li bajarê Silêmaniyê, ji aliyê çend kesan ve hat gulebarankirin. -
Birayê Mehmet Çeviren: Birayê min xwe nekuştiye
Welat Çeviren, birayê Mehmet Çeviren ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Beşîriyê jiyana xwe ji dest da, îdiayên "xwe kuştinê" red kirin. Çeviren got: "bêbextiyê dikin”. Ger bixwesta xwe bikuje, du roj berê kinc nediwxast. -
Girtiyê ku piştî 32 salan hat berdan li Agiriyê bi coş hat pêşwazîkirin
Serhat Ozturk ê ku piştî 32 salan ji Girtîgeha Tîpa T ya Boluyê hat berdan, li bajarê xwe yê Agiriyê ji aliyê bi sedan kesan ve bi coş hat pêşwazîkirin. Ozturk got, "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî azad nebin, em azad nabin." -
Li Silêmanî geştên hewayî yên navneteweyî destpê kirin
Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên Balafirxaneya Navneteweyî ya Celal Talebanî ragihand ku danê siharê, yekem geşta hewayî ji balafirgehê ber bi Urdunê ve destpê kiriye. -
HPG-NRÇ: Hevrêyê me Mazlum Serêçiya şehîd bû
HPG-NRÇ’ê ragihand ku gerîla Mazlum Serêçiya 6’ê Nîsanê li Girê Zengil a li qada Bergarê ya herêma Garê ji ber qezayekê şehîd bû. -
KCK'ê Nizar Amêdî pîroz kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya hilbijartina siyasetmedarê Kurd Nizar Amêdî ji bo Serokkomariya Iraqê peyameke pîrozbahiyê weşand. -
Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi girseyî serdana Ramazan Kiran ku piştî 33 salan ji girtîgehê hate berdan, hat kirin. Kiran, di serdanê de axivî û got: “Heta ku Rêbertî û hemû hevalên me neyên berdan em xwe azad nabînin. Bihara azadiya me nêz bûye.” -
Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin
Li navenda Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ya Duholayê pirtûkxaneya Şehîd Pîr Çeko bi merasîmekî hate vekirin. Xelkê Şengalê û ciwan eleqeyeke zêde nîşanê vekirina pirtûkxaneyê dan ku bi sedan pirtûkên bi Kurdî û Erebî têde heye. -
Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike
Kolektîfa Saza Êzî xwe ji ahenga Çarşema Serê Nîsanê re amade dike. Endamên kolektîfê bang li Şengaliyan û Êzidiyên derve welat kirin ku ji bo pîrozbahiyê berê xwe bidin ahenga Çarşema Serê Nîsanê ya Geliyê Kersê. -
Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn
Dayika Rêber Apo Ûweyş Ocalan di 33’yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Amarayê hate bibîranîn. -
Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî
Meclîsa Îştar a Mexmûrê di salvegera wefata wê de Dayika Uveyş bi bîr anî. -
Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e
Ziya Temuçîn ê ku piştî 31 salan hate berdan wiha got, “Em hatin vir lê ez xwe bi rastî azad nabînim. Heta ku Serok Apo û hevalên din azad nebin, ev nabe azadî, azadî heram e." -
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193'an dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 193’an di roja 995’an de didome. -
Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku divê agirbest ji bo rejîmê nebe derfeteke taktîkî û ji bo aştiyeke mayînde banga guhertineke bingehîn kir. -
Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn
Li Agiriyê binçavkirin û girtinên piştî pîrozbahiyên Newrozê bi meşekî hate protestokirin. -
Ji bo 'Mafê Hêviyê' serî li Konseya Ewropayê hate dayin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo "mafê hêviyê" yê Rêber Apo serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. -
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Li Hewlêrê doh bi şev droneyek hate xistin. -
Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû
Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî piştî nîqaş û nirxandinên dagirtî û bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû. -
'Partiya Ciwanên Êzidî' li Şengalê ava bû
Li Şengalê 'Partiya Ciwanên Êzidî' ava bû. Partî bi biryar e ku xizmeteke xurt ji civaka xwe re bike û mafên wê biparêze. -
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Li Silêmaniyeyê zarokeke ku malbata wê êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest dan.