Baregehên Zehmetkêşan bûn hedefa êrişa bi fuzeyan

Komeleya Zehmetkêşan ragihand ku baregehên wan ên li Dola Alanê bi fuzeyan hatine bombekirin.

Berpirsyarê Çapemeniyê yê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî bi daxuyaniyekê diyar kir ku baregehên wan ên li herêma Dola Alan a li Îdareya Soran a Hewlêrê bi 2 fuzeyan hatiye bombekirin.

Penahî got: "Ji dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, heta niha nêzîkî 81 moşek û balafirên bê mirov (drone) baregeh û navendên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kirine armanc."

Li ser encamên êrişê agahî nehate parvekirin.