Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Hêzên çekdar ên Îranê aktîvîstên Kurd Mojtaba Waisi û Maysam Waisi ku birayê hev bûn, qetil kirin.

Ji aktîvîstên çandê yên naskirî yên li Kirmaşanê Mojtaba û Maysam Waisi ku birayê hev bûn, ji aliyê Muxafizên Şoreşê yên Îranê ve hatin kuştin. Li gorî agahiyan, li mala ku herdu bira lê bûn di 28'ê Gulanê de operasyon hate kirin. Di dema operasyonê de gule li malê hate reşandin û agir pê ket. Hate ragihandin ku di bûyerê de herdu birayên Waisi jiyana xwe ji dest dan. Li ser aqûbeta kesên din ên li malê hîn agahiyeke fermî nehatiye parvekirin.

PJAK'ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Em vê sûîqesta hovane bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê Yarsan, gelê Kurd û Îranê re dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku tevgera rizgariya gelê Kurd û Îranê bi terorîzm, zext û sûcê nikare bê rawestandin. Bêguman xwîna şehîd Mojtaba û Maysam Waisi wê bibe semboleke din a têkoşîn û berxwedana li dijî dîktatoriya Komara Îslamê."

Hate ragihandin ku aktîvîst Mojtaba û Maysam Waisi di tevahiya jiyana xwe de ji bo çanda Kurd têkoşiyan û xwedî li nirxên gelê Kurd derketin. Herdu bira her wiha dengbêjî jî dikirin.