KNK’ê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ ya li Bakurê Kurdistanê hate destpêkirin, banga piştgiriyê kir.

KAMPANYAYA JI BO ZIMAN

Daxuyaniya Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi vî rengî ye:

“Bi pêzanîn û destxweşiyeke zêde, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê - KNK kampanyaya ku li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, pîroz dike û serkeftinek mezin jê re dixwaze. Di heman demê de em ê hêz û piştevan bin û çaverêyê serkeftinên mezin bin.

Zimanê Kurdî mal û hebûna nasnameya me ye. Ji bo me Kurdan ziman welatek e ku me hemûyan di bin sîwana xwe de tîne cem hev û dike yek. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku em hemû bi serbilindî malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî û elind û asoya zimanê nifşên paşerojê ronî bikin, pêgeh û hebûna neteweya xwe xurt û misoger bikin. Têkoşîn, xebat, plansazî, siyaseta ziman û çandî erkê neteweyî û exlaqî, yê her Kurdekî bi rûmet û resen e.

Em bang li hemû malbatên li Bakurê Kurdistanê dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin û malên xwe bikin dibistan û fêrgeha zimanê Kurdî. Divê hemû dezgehên medyayê jî bi tevahî beşdar bibin, piştgirî bidin.

Em bang li gelê Kurd û Kurdistaniyên li çar aliyên cîhanê û beşên din ên Kurdistanê dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin û hewlên berfireh bidin da ku zimanê me yê dayikê di qanûn û destûrên dewletên Tirkiye, Sûriye, Îran de bi hevşêweya destûra Iraqa federal bi fermî were naskirin. Divê mafê xwendin, nivîsandin, îfade û çalakiyên bi zimanê Kurdî di hemû civak û saziyan de ji bo Kurdan were garantîkirin û bidestxistin.”