Jiyana du birayên ku darizandina wan dest pê kir di xetereyê de ye

Secad Weysî û Şayan Weysî du çalakvanên Yarsanî li Kirmanşanê piştî 4 mehan a ji girtinê bi sûcê ‘şerxwaz’ derxisin dadgehê. Malbat û saziyên mafê mirovan têkildarî wan bangên xeterî li ser jiyana wan heye didin.

Li gorî çavkaniyeke xwecihî, çalakvanên bi navê Secad Weysî û Şayan Weysî piştî girtina 4 mehan ya li Girîtîgeha Sîzal Abadî ya li Kirmanşanê veguhestin Dadgehê û bi sûcê ‘şerxwaz’ hatin sûcdarkirin.

Hate ragihandin ku Secad û Şayan birayên Mojteba û Meysem Weysî ne ku 2 çalakvanên naskirî yên Kudin ku 27’ê Gulanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin.

Malbat û çalakvanên mafê mirovan bang kirin ku xeterî li ser jiyana wan hene.