Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn
Şehîdê YRK'ê Rêbaz Sine di salvegera şehadeta xwe de ji aliyê Dayikên Şehîdan û Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ve hate bîranîn.
Şehîdê YRK'ê Rêbaz Sine di salvegera şehadeta xwe de ji aliyê Dayikên Şehîdan û Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ve hate bîranîn.
Gerîlayê Yekîneyên Parastinê yê Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Rêbaz Sine (Faraz Bihneverd) ku sala 2020'î di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de li çiyayên Asosê şehîd bû bi merasîmekê hate bîranîn. Bîranîn ji aliyê Dayikên Aştiyê û Dayikên Şehîdan ên Rojhilatê Kurdistanê ve hate lidarxistin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Mala ku merasîma bîranînê lê hat lidarxistin bi wêneyên Şehîd Rêbaz Sine hatibû xemilandin û dayikan mûm vêxistin û gul danîn ber wêneyan.
Merasîm bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Rêber Apo" û "Jiyana azadiyê" bi dawî bû.