KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kasim Erecî û Bafil Talebanî li hev civiyan
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li hev civiyan û li ser peymana ewlekariyê ya di navbera Iraq û Îranê axivîn. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin û nehate hînbûn ku du kesan birîne ku derê. -
Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ'ê Kawa Şengalî
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir. -
Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin bibîranîn
Li navçeya Kelarê Şehîd Ferhad Dêrik û hevrêyên wî di çaremîn salvegera şehadeta xwe de li cihê lê şehîd bûne, bi pêxistina mûman û bilindkirina wêneyên wî de hatin bibîranîn. -
YRK'ê li ser bombardûmana li Merîwanê û kiryarên şerê taybet daxuyanî da
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya YRK'ê diyar kir ku ji ber topbarana hêzên Îranê ya li herêma Merîwanê ziyan gihîştiye bax û baxçeyên şêniyan. Her wiha li ser komeke ku kiryarên şerê taybet dimeşîne jî hişyarî da. -
Neçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li hev civiyan
Li Başûrê Kurdistanê civîneke hevbeş di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê QSDˊê, General Mazlûm Ebdî û Nûnerê Serokê Amerîkayê Tom Barrack de pêk hat. -
YBŞ'ê şehadeta fermandar Kawa Şengalî ragihand
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand ku fermandar Kawa Şengalî şehîd bûye got, "Em teqez dikin ku em ê xeyal û armancê wî pêk bînin û diyarî wî û hemû cangoriyên xwe yên hêja bikin." -
Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin
Li Bismil a Amedê polîsên Tirk ên ku çûn malekê, xwediyê malê û cîranê wî lêdane binçav kirin. -
Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin
Girtiya nexweş Dîlek Oz ku ev 32 sal girtî ma ji Girtîgeha Bakirkoyê hate berdan û li balafirgeha Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Dîlek Oz got, “Rojekê em ê li vir hemû girtiyên siyasî pêşwazî bikin.” -
Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Di qezayek li ser rêya Koye-Dukanê de ku tankerek sotemeniyê û du wesayît li hev qelibîn de herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin
Hedla Çîn a 77 salî li şaneşîna mala xwe li Qoserê hat bi guleyê qetilkirin. -
Leşkerên Tirk nahêlin welatiyên Başûrê Kurdistanê vegerin gundên xwe
Endamê rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk nahêle welatiyên gundên Zaxoyê vegerin cih û warên xwe. -
Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li Amedê di 28'ê Hezîrana 2026'an de bi dirûşma "Em bi Rêbertiyê azad ber bi azadiyê ve dimeşin" mîtîngek bê lidarxistin. -
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye
Çalakiya Nobetên ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 20’ Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, bi koma 204’an û di roja 1060’an de didome. -
Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir
Rejîma Îranê bi hinceta tevlîbûna Roja Jinan ya Cîhanî, çalakvana Kurd Sohêl Meta ya ji navçeya Dêwane ya Sine binçav kir. -
Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê cenazeyê Şehîdê Ked û Demokrasiyê Evdirehman Yilmaz ku ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê
Her çiqas krîza hikûmetê ya li Başûrê Kurdistanê wekî nelihevhatina PDK-YNK’ê tê dîtin jî, ber bi qadeke ku destkeftiyên herî girîng ên Kurdan hedef digire û destê wan li herêmê qels dike ve diçe. -
Ji YRK'ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê
YRK'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser liv û tevgera leşkerî ya hêzên Îranê û diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrişkariyê. -
Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran
Li zozanên navçeya Elkê ya Şirnexê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran. Hate ragihandin ku di encama êrişê de şivanek birîndar bûye. -
Karayilan: Beriya her tiştî divê Rêber Apo azad bibe
Mûrat Karayilan: Ev kar ne karekî ji rêzê ye; pêwîstî bi qanûneke esasî heye. Beriya her tiştî divê statuya Rêber Apo zelal bibe. Lewma ji bo pêkhatina aştiya navbera gelê Kurd û dewleta Tirk beriya her tiştî divê Rêber Apo azad bibe. -
Bi wan re bû Yasîn
Dîroka tevgera şoreşger a Tûzlûçayirê ku Dogan Kiliçkaya jî di nav de bû bêyî Kemal Pîr, Riza Altûn, Alî Dogan Yildirim, Şahîn Kilavûz û hevalên din ên têkoşînê nikare bê vegotin. Ji ber ku Dogan bi wan re bû Yasîn û tevlî karwanê nemiran bû. -
Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e
Parlamenterê DEM Partî yê Wanê Sezaî Temellî di Kongreya Erdexan a DEM Partiyê de axivî û Îmraliyê wekî navnîşana çareseriyên krîzên piralî destnîşan kir. Temellî got, “Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e; divê tavile statuya wî bê diyarkirin.” -
Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin
Dijî Terora Kurdistanê ragihand, bi rêya du dronên bombebarkirî êrişî depoyek ya dexlûdan ya li bajarokê Qûştepe hate kirin û ziyaneke mezin ya madî çêbû. -
'Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin'
Nevzat Ozgen diyar kir ku goristanên hatin xerakirin li gel dema di ser re derbas bûye hîn nehatiye sererastkirin û got, "Ji bo parastina nirxên manewî pêwîstî bi nêzîkatiyeke hîn ji dil û berfireh heye." -
Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn
Huseyîn Arasan ê ku di 9’ê Hezîrana 2023’an de li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Arasan jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê Kurd.