KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek piştî 7 salan konê sersaxiyê hat danîn
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek ku di sala 2019’an de li Dersimê şehîd bû, piştî 7 salan ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û anîn warê wê Sêrtê. Bi girseyî serana sersaxiya ku ji bo Zîlan Tek hate danîn, kirin. -
Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin. -
Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin
Li Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê di 15’ê Tîrmehê de konferansa bi sernavê “Jenosîd û Enternasyona Demokratîk” tê lidarxistin. -
Taziyeya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin
Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş a ku di encama êrişên rejîma Îranê de şehîd bû bi girseyî hat ziyaretkirin. -
HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin
HPJ'ê di salvegera duyemîn a şehadeta Ararat Bawer, Stêra Sîser, Tara Hewram, Arîn Qoser û Tolhildan Nûman de ragihand ku ew ê di xeta şehîdan de têkoşînê mezin bikin û got, “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misoger kirin, têkoşîn wê bidome.” -
Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin
Piştî binçavkirina Xurşît Herkî û birayê wî ya saetên sibehê û şûnde, rêya sereke ya navçeya Xebat hate girtin. Hate ragihandin ku PDK’ê hêzeke mezin sewqî herêmê kiriye. -
4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne
Li gorî çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, dibe ku cezayê darvekirinê li 4 girtiyên siyasî yên Kurd û welatiyeke ji derveyî girtîgehê ye, bê sepandin. -
Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin
Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Berfîn Ay li Cizîrê hat binçavkirin. -
Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn
Dayikên Aştiyê yên li Sine û derdora wê, serdana malbata Şehîd Tara Hewramî kirin û bi merasîmek girseyî şehîd Tara bibîr anîn. -
Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e
Çalakvanên nobeta dorveger ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê destnîşan kir ku Rêber Apo îrade, hebûn û xeta wan ya sore. -
Komxebata Aştî û Diyalogê: Em ê aştiyê ji xwecihî ava bikin
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin. -
YRK’ê nasnameya 4 şehîdên Mihabadê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.” -
Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan
Qubad Talebanî ku derbarê hevdîtina şandeya YNK bi Hakan Fîdan re li Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku YNK’ê wê nebe parçyeke ji pevçûn û aloziyan û anî ziman ku ew ê ji bo aştî û aramiya li herêmê bixebitin. -
Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn
Bi boneya 30’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan li Binarê Qendîlê bîranîn hat lidarxistin. KJK’ê got; “Bi saya şehadeta Şehîd Zîlan bi hezaran şoreşger derketine. Yek ji erkên sereke yên jinan têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.” -
Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin
Iraq û Tirkiye bi awayekî demkî li hev kirin ku protokolekê ji bo hinardekirina petrola Iraq û Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Ceyhanê îmze bikin. -
Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin
Di encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî de hate ragihandin ku wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin. -
Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir. -
PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!
PJAK’ê têkildarî geşedanên dawî yên li Îranê daxuyanî da û got, xweparastin mafekî jêneveger e. -
KCK: Ew ê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.” -
Parêzvanên rasteqîn ên lêgerîna li heqîqetê
Ji hevrêyên Alî Haydar Kaytan ên 3'ê Tîrmeha 2018'an li Garê pê re şehîd ketin Artim, Berxwedan, Mûnzûr û Şoreş weke parêzvanên rasteqîn ên heqîqetê tevlî karwanê şehîdan bûn. -
Şervanekî heqîqetê: Alî Haydar Kaytan
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe. -
YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne. -
YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin
YNK û Nifşê Nû bi merasîmekê hevpeymaniya bi navê ‘Hevsengî û Vejîn’ a di navbera wan de îmze kirin. -
KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike
KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.