KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Îranê êriş bir ser baregeheke din a partiya ji Rojhilatê Kurdistanê
Baregeheke partiya ji Rojhilatê Kurdistanê ya li Sûrdaşê ji aliyê Îranê ve hate bombekirin. -
Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9
Hejmara pêşmergeyên di êrişa li ser Baregeha Zirguwêz a Komeleyê de jiyana xwe ji dest dan bû 9. -
Li Bakurê Kurdistanê xetereya windabûna zimanê Kurdî
Kurdî wekî zimanê axaftinê hinekî zindî ye û tê bikaranîn, lê wekî zimanê nivîsandinê û bisazîbûnê her ku diçe winda dibe. Dema ku zimanek di dibistanan, saziyên fermî, wêje û medyayê de cih negire, ev rewş ji bo wî zimanî dibe xetereyeke pir mezin. -
Ji binê axê ber bi wijdanê mirovahiyê: 561 qurbanî li benda navê xwe ne!
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye. -
Berwarî: Divê Kurd stratejî û yekîtiya neteweyî ava bikin
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e." -
Cenazeyê Îmam Namoglu li Depê hat veşartin
Endamê CDK-F’ê Îmam Namoglu yê ku di 4’ê Tîrmehê de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, piştî merasîmeke xatirxwestinê ya li Parîsê li gundê Zelxider ê navçeya Depê hat veşartin. -
Hiqûqnasên li Silêmaniyê banga ji nû ve vesazkirinê ji bo pergala darazê kirin
Li Silêmaniyê komek parêzer diyar kirin ku li Başûr ji ber destwerdana siyasî ya darazê krîza herî kûr a dîrokê tê tijîn û banga ji nû ve vesazkirina Konseya Darazê û Dadgeha Temyîzê û avakirina pergalekî darazê ya serbixwe û bêalî kirin. -
Encamnameya 'Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk' hate eşkerekirin
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike. -
Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I
Di rastiyê de beriya ku ferman bi fîzîkî çêbibe li komelgehan bi "qelskirina civakê" û "hilweşandina vînê" destpê kiribû. Ev, çîroka wê civakê ye ku bi zorê ji çiyayên xwe yên pîroz hat qutkirin û bi destê polîtîkayên dewletê li benda fermanê hate hiştin. -
Li nêzî Konsolosxaneya DYE’ê li Hewlêrê sê dronên xwekuj hatin xistin
Li gor di dîmen de xuya dibe, îşev sê dronan li nêzîkî Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatin xistin. -
Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ a li Şengalê bi dawî bû
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye." -
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso: Divê îradeya Êzidiyan bi destûrê were mîsogerkirin
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di peyama xwe ya ji bo Konferansa Şengalê de ji bo pêşîlêgirtina komkujiyên nû û mîsogerkirina mafên Êzidiyan, banga naskirina îradeya Êzidiyan di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de kir. -
Leşkerên Îranê li Rojhilat kolberekî qetil kirin
Di encama gulebarana rasterast ya leşkerên rejîma Îranê de li sînorê Tete yê Hewramanê kolberekê ciwan yê ji Serdeştê hate qetilkirin. -
Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk dewletê biçûk dike, civakê mezin dike
"Entegrasyona demokratîk ji bo Êzîdiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike." -
Konferansa li Şengalê bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam kir
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike. -
'Ji bo avakirina paşerojê divê ders ji fermanan bê derxistin'
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê bi panela yekemîn dewam dike. Di konferansê de hate ragihandin ku divê dîrok baş bê xwendin û hate gotin, "Divê ferman ne tenê weke karesat, lê weke dersên ji bo paşerojê bê dîtin." -
Armanc Med: 14 Tîrmehê bû tovê vejîna gelê Kurd
Roja Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Heremên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve bi semînerekî hat bîranîn. Di semînerê de ev peyam hate dayîn, ‘’Tevgera Apoyî û gelê Kurd li ser hîmê berxwedana 14’ê Tîrmehê zindî bû.’’ -
Konferansa 'Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk' li Şengalê destpê kir
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" li Şengalê destpê kir. Konferans ji bo pêkanîna edaletê û entegrasyona demokratîk ji bo Şengalê girîng tê dîtin. -
Ji kevirên esasî yên berxwedanê: Mehmet Hayrî Dûrmûş
Girtîgeha li Amedê yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka Kurd e. Kenan Evren li Deriyê Çiyê di mîtîngê de girtîgeh nîşan da û got, "Li vê derê yên welê hene ku tu serê wan jî jê bike dev ji îdeolojiya xwe bernadin." Ev gotin ispata berxwedanê bû. -
Dîlek Oz: Veguhestina mîrateya berxwedanê ji bo pêşerojê erka me ye
Dîlek Oz a ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, di çalakiya bîranînê ya ku li Amedê ku Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn de axivî wiha got, “Eger em di 14ê Tîrmehê de xwe deyndar hîs dikin, pêwîst e em wan karên ku layiqî -
Wê sibê li Şengalê konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ destpê bike
Bernameya konferansa ku wê bi dirûşmeya “Edaleta Veguhezbar Dê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” li Şengalê bê lidarxistin, hat ragihadnin. Di çarçoveya salvegera 12’emîn a qirkirina Êzidî de wê sernavên jenosîd, edalet û entergrasyona demokratîk bên -
Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin
Mahîr Can Ada yê ku piştî girtîbûna 13 salan hate berdan, li Cizîrê bi îdîaya derbarê wî îxbar heye, bi êşkenceyê hate binçavkirin û piştre hate girtin. -
Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14'ê Tîrmehê
Di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li ber Girtîgeha bi Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya berxwedanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de hate kirin. -
Fermandariya YRK'ê cangoriyên 14'ê Tîrmehê bi bîr anî
YRK'ê şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, "em ê heta dawî ji bo serketinê di rêya van şehîdan heta dilopa dawî ya xwîna xwe ya bimeşin û xeyalên wan hevrêyên xwe biighînin serketinê." -
Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî
Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.