KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YRK: Ger êrîş dewam bikin, em ê bersiva pêwîst bidin
YRK’ê derbarê êrîşên artêşa Îranê ya gundên derdorê Banê hişyarî da û got: “Em van êrişan qebûl nakin. Ger dubare bibin em ê bersiva pêwîst bidin.” -
Nivîskar Şîvan Zeren ji ber kûpaya bi wêneyê Arîn Mîrkan hat binçavkirin
Nivîskarê Kurd Şivan Zeren bi hinceta ku di standa pirtûkan a li Tetwanê de kûpaya bi wêneyê Arîn Mîrkan hebûye, birin Emniyeta Tetwanê. -
Di çalakiya nobetê ya li Mexmûrê de peyama piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hat dayîn
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku di 20’ Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 206’an û di roja 1070’an de didome. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê her kes destê Rêber Apo xurt bikin. -
Ji 14 komeleyan ji bo 'Mîtînga Azadiyê' ya li Amedê banga tevlîbûnê
Ji mîtînga 'Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve' ku wê 28'ê Hezîranê li Amedê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin, 14 komeleyên herêmî bi daxuyaniyeke hevpar banga tevlîbûnê kirin. -
Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî
Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat diyar kir ku doza rewa ya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya vê neteweyî xwedî rabirdûyeke dirêj û dewlemend e û destnîşan kir ku ev doz di bin bandora hevrikiya herêmî û şer de nîne. -
Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin
Navbera gundê Rambûs û Kambûsî ya li berpalê çiyayê Şengalê şewatek mezin derket û heta niha jî berdewam e. -
'Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe'
Navenda Parastina Mafên Rojnamevanan Metroyê diayr kir ku li Herêma Kurdistanê hejmara dosyayên ku destwerdanên siyasî li wan tê kirin zêde dibe û li gel mafên rojnamevanan hiqûq jî tê binpêkirin. -
YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye
YNK'ê têkildarî biryara girtinê ya rojnamevan Ehmed Necim û Bijar Debax daxuyanî da û bang li Sendîkaya Rojnamevanan a Kurdistanê û saziyên civakî yên sivîl kir ku li ber biryarê rabin. -
Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn
Bedewiya xwezaya Kurdistanê bi gerîla re hîn zêde bi watedar bûye. Li çiyayên Kurdistanê jiyan ji aliyê gerîlayan ve bi vî rengî hatiye sazkirin. Rastiya jiyana azad bi keda zarokên gelê Kurd li lûtkeyên çiyayan tê avakirin. -
Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin
Li navçeya Qilebanê du cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn, piştî binçavkirinê hatin berdan. Hat îdiakirin ku her du kes bi daxwaza Waliyê Şirnexê hatine berdan. -
2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin
Li bajarê Îlamê du welatiyên Kurd ji aliyê dadgeha Rejîma Îranê ve bi sûcdariya ewlehî û belavkirina nerazîbûnan hate girtin û li hucreyên yek kesî tên ragirtin. -
Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî 'Mîtînga Azadiyê' ya li Amedê bibin
Li Xelfetiyê di daxuyaniya çapemeniyê de ji bo mîtînga 28'ê Hezîranê ya li Amedê banga tevlîbûnê hate kirin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê lidarxistin. -
Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir
Şervanê Ereb Dilbirîn Rojava ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo tevlî nava refên têkoşînê bû got, "Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir." -
‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.” -
Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike
Piştî rêgiriya duh a xelkê Şêladizê, îro welatiyên bajarokê Şêladizê ya ser bi Dihokê serdana Navenda PDK’ê kir û hişyariya dawî ya ji bo vegera gund, cih û warên xwe gihandin berpirsan. -
Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!
Cerdevanên gundê Giranê yê Xîzanê bi çekan êrîşî keriyê pez ê gundiyên Deşta Avê kirin û zêdetirî 100 pez qetil kirin. Cerdevanên ku bi salan e gefê li gundiyan dixwin, bi çekê gef li şivanekî xwarin. -
Pêvajoyê ji gel re vedibêjin
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) gund bi gund digere û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîl ji gel re vedibêjin. -
Li Cizîrê Komxebata Yekîtiyê hate lidarxistin
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, komxebata yekîtiyê ya yekem li navçeya Cizîrê ya Şirnexê lidarxist. -
Konferansa MÎA-FED: Exlaq cewherê civakê ye
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e. -
Xizmên windayan edalet xwestin
Xizmên windayan û ÎHD’ê li Amed, Êlih û Rihayê ji bo windayan hatin ba hev û edalet xwestin. -
Ji bo Sûat Sari û Mesût Cemal Arslan taziye hate danîn
Ji bo Sûat Sari û Mesût Cemal Arslan ên PKK’î ku di şerên demên cuda de şehîd bûn, taziye hate danîn. -
Xelkê Mexmûrê: Em ê azadiyê bi têkoşîna birêxistinkirî bidestbixin
Çalakiya Nobetên ya li Wargeha Mexmûrê bi koma 205’an û di roja 1065’an de didome. Çalakvanan gotin; “Wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi têkoşîna jina azad û civaka azad ya rêxistin kirî pêk bê.” -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Di muzakereyan de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin." -
Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin
Li Bexdayê, her du şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser peymana sîstema ASYCUDA’yê peymanek 16 xalî îmze kirin. -
Li Îranê cezayê darvekirinê dan ciwanê 18 salî
Navenda Mafên Mirovan ya Îranê ragihand ku ciwanek 18 salî ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin. Li gorî agahiyan ji bo îtîrafa zorê rûbirûyî zextek tund a fîzîkî û derûnî bûye.