KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PDK-Î Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin
Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê (PDK-Î) ragihand ku hêzên Îranê doh bi şev bi droneyê êriş bir ser Kampa Dêgelê û ragihand ku tenê malbatên endamên wan li kampê bûn. -
KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne
Komîsyona Mafên Mirovan ya KNK’ê bertek nîşanî pêla darvekirinê ya Komara Îslamî ya Îranê di serî de li ser çalakvan û girtiyên siyasî yên Kurd û muxalîfan da û bang li NY û YE’yê kir ku tavile destwerdanê bikin. -
Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir
Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ragihand ku divê ji bo çalakkirina Parlamentoyê, xebateke bilez were kirin da ku bibe parlamentoyek bihêz û got: “Desthilat li hember ezmûna Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan xemsare.” -
Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tîrmehê
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide." -
Zîlan li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn
Gerîlaya têkoşîna azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) li Serdeşt a çiyayê Şengalê bi semînerekê hate bîranîn. -
Gerîlayên YJA-Starê: Zîlan ji bo me sembola serketinê ye
Gerîlayên YJA-Starê yên bi navê Hêlîn Çiya û Evîn Cudî bi boneya 30’emîn salvegera şehadeta wê Şehîd Zîlan bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê tim li ser şopa wê bin. -
Şêniyên Amedê: Divê Rêber Apo êdî azad bibe
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje. -
Rêwar Awdanan: Muxafizên Şoreşê berpirsê pevçûnên li Kurdistanê ne
Berdevk û Endamê Desteya Rêveber a PJAK’ê Rêwar Awdanan diyar kir ku Muxafizên Şoreşê berpirsê pevçûnên li Kurdistanê ye û mafê parastina rewa ya cewherî mafekî qanûnî û rewa ye. -
YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne. -
Xwedawenda jiyanê: Zîlan
Gerîlaya YJA STAR’ê Dîren Sema bi wesîleya salvegera çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan, ev tişt got, “Em vê çalakiyê weke teqînekî yan jî weke çalakiyekî normal nanirxînin. Çalakiya Heval Zîlan li hemberî hemû cûre êrîşên li dijî Serokatî bû.” -
Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê berpirsyariya çalakiya li Paweyê li xwe girt
Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê berpirsyariya çalakiya li Paweyê girt ser xwe û ragihand ku di encamê de 2 cehşên ku destê wan di xwîna gel û gerîla de hebû hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Gerîlayê HPG'ê Kûrt piştî 11 salan hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erol Kûrt ku piştî 11 salan radestî malbata wî hate kirin, li Wanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Gerîlayên YJA Starê: Bûyîna hevrêyên Zîlan rûmeteke mezin e
Ji bo salvegera çalakiya gerîlaya fedaî Zîlan, gerîlayên YJA-Starê axivîn û gotin, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.” -
Gerîlayên YJA Starê: Em ê her tim li ser şopa şehîd Zîlan bimeşin
Gerîlayên YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta hevrê Zîlan hest û ramanên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku xeta fedaîbûnê ya hevrê Zîlan, rê nîşanî wan dide û gotin ew ê têkoşîna xwe li ser şopa wê bidomînin. -
'Zîlan manîfesto ye, banga ji bo azadiyê ye'
Gerîlayên Azadiyê di salvegera 30'emîn a şehadeta Zîlan de ew bi bîr anîn û gotin, wê her tim li ser xeta Zîlan bimeşin û mîrateya wê mezin bikin. -
Li dijî Şaredariya Farqînê êrîş: Li dijî komên çetewarî pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin
Şaredariya Farqînê derbarê êrîşa li ser avahiya şaredariya xwe daxuyanî da û diyar kir ku êrîş ne tenê li dijî Şaredariya Farqînê ye, di heman demê de li dijî îradeya demokratîk a gel e jî û ragihand ku derbarê êrîşê de pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. -
Di çalakiya nobedê ya Mexmûrê de şehîd Zîlan hat bîranîn
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi koma 207’an û di roja 1075’an de bi biryardariyek xurt didome û şehîd Zîlan hat bîranîn. -
KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Heta ku hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan bi cih bêne anîn wê têkoşîna azadiyê dewam bike." -
Gerîla Asmîn: Armanca şehîd Zîlan jiyanek bi wate û azad bû
Gerîla Asmîn Gelî, anî ziman ku piştî çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan bi sedan şoreşgeran xeta wê ji xwe re esas girtin û got, “Armanca şehîd Zîlan jiyaneke bi wate û azad bû.” -
Şehîd Zîlan li Şengalê hate bîranîn
Şehîd Zîlan di salvegera 30'emîn a şehadeta xwe de li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn. Di semînerê de soz hate dayin ku têkoşîna şehîd Zîlan were dewamkirin. -
Bi hesreta gora kurê xwe koç kir
Zekiye Demîr ku li gundê xwe li mala xwe ya ji yek odeyê bi gotina "mirov dest ji xaka xwe bernade" jiyana xwe dewam dikir, koça dawî kir. Li dû Zekiye Demîr hevpeyvîna ku me herî dawî pê re kir, wêneyê li ber mala wê ma. -
Şoreşgera ku xeta jiyana azad afirand
Gorsê Ayhan û Berfîn Aram Nevîn ji kesayetên sembol ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd Zîlan bi bîr anîn û gotin, çalakiya fedaî ya Zîlan bû pêlek û tevger bi temamî xist nava xwe. -
YRK’ê derbarê pevçûna li herêma Mihabadê daxuyanî da
Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê ragihand ku pasdarên Îranê li sînorê Mihabadê dest bi operasyonekî leşkerî kirin û şer û pevçûn li herêmê berdewam dike. -
Veysî Aktaş: Rêbertiyeke azad wê Tirkiye û Rojhilata Navîn azad bike
Ji Sekreteriya İmraliyê Veysî Aktaş di Mitînga Azadiyê ya li Amedê de axivî û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê pêş a çareseriya demokratîk e û wiha got, “Tecrîd çareseriyê nayne. Em muzakereya demokratîk û aştiyeke bi rûmet dixwazin.” -
Li Amedê peyama 'Civaka Demokratîk': Meşa azadiyê ya gel nayê rawestandin
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”