KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di Konferansa Zimanê Kurdî de nexşerêya hevpar: Wê konfederasyon were avakirin
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin. -
Gerîlayê HPG’ê Zinar Firat hat bibîranîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Zinar Firat (Bariş Coşkun) ê ku di sala 2016’an de li Liceyê şehîd bû, li Îzmîrê bîranîn hate lidarxistin. -
Bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo ber bi Amedê ve diherikin
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin. -
Konferansa Zimanê Kurdî: Azadiya ziman dewlemendî ye!
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene. -
Konferansa Zimanê Kurdî: Divê em hîn xurttir xwedî li ziman derbikevin
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin. -
Pêşmergeyê PAK'ê li Hewlêrê mirî hate dîtin
Pêşmergeyê PAK'ê Soran Mihemedzade doh bi şev li Hewlêrê li otelekê mirî hate dîtin. -
'Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da'
Şervanê Ereb Delîl Şedadê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Zîlan bi çalakiya xwe hêza jin a azad nîşanî tevahiya cîhanê da. -
Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan
Di Mitînga Azadiyê ku bi dirûşma “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” li Wanê hat lidarxistin de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo yên berê hat pêşandan. Bi deh hezaran kesan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. -
Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn
Şehîd Diyar Xerîb di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de, li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur a li Binarê Qendîlê li ser gora xwe hat bibîranîn. Her wiha cenazeyê Şehîd Zozan Denîz hate veşartin. -
Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
Sebehat Tuncel ku di mitînga “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” a li Wanê de axivî, got, “Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet.” Keskîn Bayindir jî anî ziman ku nêzîkatiya li Rêber Apo, nêzîkatiya li pêvajo û gelê Kurd e. -
Di Konferansa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin
Siyasetmedar, hiqûqnas, akademîsyen û rojnamevanên di Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî ya li Amedê de axivîn, ji bo Kurdî bibe xwedî statuya hiqûqî, zimanê dayikê bi destûrî bê mîsogerkirin û astengiyên qanûnî yên li pêşiya ziman werin rakirin, bang kirin. -
Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin
Sersaxiya Dayika Aştiyê Behiye Sevîm û kedkarê têkoşîna azadiyê Suleyman Bakir bi girseyî hatin ziyaretkirin. -
Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin
Ji bajarên Serhedê gelek kes ji bo “Mîtînga Azadiyê” ya ku wê li Wanê were lidarxistin, bi rê ketin. -
Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev
Xizmên windayan li Amed û Colemêrgê ji bo Ramazan Yunce, li Êlihê ji bo Reşît Tokçu, li Îzmîrê jî ji bo Mustafa Saygi, Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz hatin ba hev. -
PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî
PJAK’ê 39’emîn salvegera karesata kîmyabarana Serdeştê bi bîr anî û got: “Ev êriş ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û peymanên qedexekirina çekên kîmyewî bû, di heman demê de bû semboleke hovîtiya şer.” -
HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû
HPG’ê got, “Ji fermandarên pêşeng a YJA Starê hevrê Zozan Denîz ev demek dirêj bû bi îradeyeke mezin li dijî nexweşiya penceşêrê li ber xwe dida, di pêvajoya ku tedawî didît de 24’ê Hezîrana 2026’an şehîd bû.” -
KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji ber wefata hunermend Kadîr Înanir peyameke sersaxiyê weşand û got, “Kadîr Înanir, dê bi hunermendiya xwe û bi kesayetiya xwe ya demokrat neyê jibîrkirin û dê di dilê gelên me de her dem bijî.” -
KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin
KCK’ê, diyar kir ku Kerbela sembola edalet, wekhevî û têkoşîna xwişk-biratiyê ye û got, “Bi mîrateya Huseyîn û Zeyneban rabûna li dijî zilmên ku di roja me de dewam dikin, rêya herî rast a jiyanîkirina şehîdên Kerbelayê ye.” -
'Zîlan sembola fedaîtî û meşa ber bi azadiyê ve ye'
Gerîlayên HPG'ê Ciwan Çiyareş û Qendîl Agirî di salvegera 30'emîn de şehîd a fedaî Zîlan bi bîr anîn û gotin, "Weke Zîlanên demê em ê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger bikin, têkoşîna xwe dewam bikin." -
Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e
Nobeta edaletê ya 4 karmendên ji bo ku tev li şîn û çalakiyên ji bo Rojava dihatin kirin berdewam dike. Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê Adnan Şenbayram ê ku ji kar hatiye derxistin diyar kir ku ew li hember van biryaran paşde gav navêjin û ew ê tekoşîna xwe bi -
Ji bo 'Mîtînga Azadiyê' ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin
Beriya mîtînga "Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve" ku wê roja Yekşemê li Amedê bê lidarxistin, li Amed, Xarpêrt, Çewlîg, Êlih û Sêrtê broşur hatin belavkirin. Her wiha stand hatin danîn û civînên gel hatin lidarxistin. -
Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!
Meleyan diyar kir ku di pêvajoyê de divê durustî û edalet esas be û gotin, "Ola Îslamê aştî û durustiyê ji xwe re dike esas. Ji bo serketina vê pêvajoyê jî beriya her tiştî pêwîstî bi samîmiyetê heye." -
Şêrejina Nisêbînî 'Hêvî'ya Kurdistaniyan
Jiyan û têkoşîna hevrêyên mîna Menal, ji bo nifşên paşerojê mijarên dersan û perwerdeyê ne. Ji bo civakeke exlaqî û polîtîk a li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo têkoşîn û mîrasa wan Menalan rohnî û çiraya rêya şoreşgeran e. -
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm a ku salên dirêj ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiya, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin
Kolberên bi navê Salah Bamîr û Resûl Bamîr ên ku li Şemzînanê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin, daxuyandin ku li midûriyeta polîsanbi êşkenceya giran û destdirêjiya zayendî re rê bi rê mane. Piştî îfadeyên ku bi hewldanên parêzeran hatine wergirtin