KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'14'ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir'
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne." -
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14'ê Tîrmehê pêk bînin!
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin." -
Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne. -
14'ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe. -
Projeya GES'ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin
Projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku tê plankirin li taxa Malê Sala ya navçeya Erxenî ya Amedê bê çêkirin, ji aliyê şêniyên taxê û rêxistinên hawirdorparêz ve hate şermezarkirin. Banga hate kirin ku proje bê betalkirin. -
PJAK'ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî
PJAK'ê endamê Meclîsa PJAK'ê Dilxwaz Bîngol (Mihemed Elî Algunerhan) di salvegera 19'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî. -
Hêzên Îranê li Sîdekanê şivanek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî
Li bajarokê Sîdekanê yê Îdareya Soran a Başûrê Kurdistanê, şivanek ji aliyê Muxafizên Şoreşê yên Îranê ve hate qetilkirin. Pezê şivan ê ji 850 mihî û cenazeyê wî ji aliyê Muxafizên Şoreşê ve hate desteserkirin. -
Andok: Dewleta Tirk ji bilî komîsyona li meclîsê ti gav neavêt
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ragihand ku çalakiya şewitandina çekan a 11'ê Tîrmeha 2025'an sembola guherîna stratejîk e û diyar kir ku li gel sala di ser re derbas bû jî dewletê ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên şênber neavêt. -
Ji Şengalê bang: Em cangoriyên xwe li Solaxê bi hev re bi bîr bînin
Li ber bîrdariya cangoriyên fermanê bi daxuyaniyekê bang li hemû aliyên civakî, siyasî û eşîrî yên Şengalê hate kirin ku salvegera fermanê bi hev re pêşwazî bikin û li Solaxê cangoriyan bi hev re bi bîr bînin. -
'Berxwedana 14'ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir'
Gerîlayên Azadiyê Zîlan Devrîm û Baran Zindan berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi bîr anîn û gotin, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir." -
Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû
Piştî ku careke din girtiya siyasî Werîşe Muradî ji bo dadgeha Şoreş a Tehranê hate vexwendin, bi sedema ku dadgeh bi fermî neyê naskirin, Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû. -
Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn
Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza ku du sal berê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû û piştre şehîd bûbû, îro di duyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. -
Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev û aqûbeta windayan pirsîn. -
Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye
Radestkirina belge û şahidiyên tewanê ji bo saziyên PDK’ê, weke metirsiyeke mezin a li ser destkarîkirina heqîqeta dîrokî û windakirina şopên berpirsiyariya fermanê tê nirxandin. -
Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin
Ji sersaxiya ji bo Dayika Aşitiyê Bahar Bîlge ya ku bi gotinên ‘’Ez dayika Serok û Kurdistanê me’’ tê naskirin re seredanên girseyî tên kirin. -
KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand
KCK’ê got, “Em dayika xwe Bahar bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr tînin. Weke zarokên dayikek wiha em soza xwe dubare dikin ku bi berxwedan û biryardarî xeyalên wê pêk bînin.” -
Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe
Elmanya biryar girt ku hebûna xwe ya leşkerî ya li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kêm bike. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Elman de, rêveberiya Berlînê heta dawî meha Îlonê leşkerên xwe vekişîne. -
Hêzên Îranê zarokekî Kurd qetil kir
Hêzên Îranê li navçeya Sewlawa ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê gule li zarokekî Kurd barand û wî kuşt. -
Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng
"Di sala 1'emîn a merasîma şewitandina çekan a 11'ê Tîrmehê de weke Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk careke din destnîşan dikin. Neavêtina gavê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê ye." -
'Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me' jiyana xwe ji dest da
Bahar Bîlge ya 87 salî koça dawî kir ku hevjînê wê, 2 kur û 2 neviyên wê li nava Têkoşîna Azadiyê şehîd bû û xwe weke 'Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me' dida naskirin. -
Serdana taziyeya gerîlayê YRK'ê Halîl Çîçek hate kirin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar serdana malbata gerîlayê YRK'ê Halîl Çîçek kir ku Çîçek di êrişên Îranê de şehîda bû. -
Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa 'Entegrasyona Demokratîk' tê lidarxistin
Konferans ji xwe re dike armanc ku daxwazên statuya siyasî, xwerêveberî û ewlehiya Şengalê bigihîne qada navdewletî û nexşerêyeke nû ya çareseriyê pêşkêşî raya giştî bike. -
Fermandarê YRK'ê: Divê her kes hesabê gelê Kurd bike
Fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger anî ziman ku lihevkirina navbera partiyên Kurd gaveke erênî ye, li gorî pêwîstiyên demê divê bê xurtkirin û berfirehkirin. -
Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 1085’an de ye
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 1085’an de bi koma 209’an bi îradeyek xurt didome. -
Ji Îranê êşkenceya hucreyê û astengiya hevdîtinan a li hemberî girtiyên Kurd
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku birayên ji Merîwanê Selam Behramî û Serwer Behramî 2 meh in li Girtîgeha Dîzilawa ya Kirmaşanê li hucreya yek kesî têne ragirtin û destûra hevdîtinê ji wan re nayê dayin.