Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan di salvegera 4'emîn a koça dawî de li Goristana Asrî ya Dersimê li ser gora xwe bi merasîmekê hate bîranîn.

Aysel Dogan ku endama "Koma Aştiyê ya Duyemîn" bû ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di pêvajoyên beriya niha de ji Ewropayê hat Tirkiyeyê û piştre jiyana xwe ji dest da, ji aliyê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, nûnerên DEM Partiyê û gelek kesî ve hate bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû axivî û diyar kir ku Aysel Dogan jiyana xwe da têkoşîna edalet û aştiyê.

Ayten Kordû got, "Ji bo jiyana bi rûmet a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jiyana xwe da. Ji bo Dersimê kedeke mezin da. Xwezî îro di nava ma de bûya û pêvajoya aştiyê bidîta. Wê tevkariyên cidî li avakirina pêvajoyê bikira."

Ayten Kordû diyar kir ku Aysel Dogan heqîqet, nasname û baweriya Dersimê diparast û soz da ku têkoşîna wê bi "Aştî, civaka demokratîk û azadiyê tacîdar bikin."

Hevserokê Dersimê yê DEM Partiyê Ozcan Ateş jî di axaftina xwe de diyar kir ku Aysel Dogan ji bo ziman, bawerî û nasnameya xwe berdêlên giran da.

Di bîranînê de parî hatin payêkirin û qurnefîl li ser gorê hate danîn.

Piştî bîranînê serdana gora Sakîne Cansiz hate kirin ku yek ji damezrînerên PKK'ê bû û 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hate qetilkirin. Aktîvîstan qurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansiz.