Cenazeyê Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê wî hat veşartin
Cenazeyê Yaşar Tendûrek ku di sala 2018'an de li Qilebanê di pevçûnekê de şehîd bû ji goristana bêkesan hat wergirtin û bi merasîmeke girseyî li bajarê lê jidayikbûye Qelqeliyê hat veşartin.
Cenazeyê Yaşar Tendûrek ku di sala 2018'an de li Qilebanê di pevçûnekê de şehîd bû ji goristana bêkesan hat wergirtin û bi merasîmeke girseyî li bajarê lê jidayikbûye Qelqeliyê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yaşar Tendûrek (Ozdemîr Ozogul) ku di sala 2018'an de li navçeya Qileban a Şirnexê di pevçûnekê de şehîd bû, ji aliyê malbatê ve ji goristana bêkesan a Şirnexê hat wergirtin. Cenazeyê şehîd birin gundê Noşyar ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê. Cenazeyê şehîd piştî wecîbeyên olî hat veşartin.
MEBYADER, Meclisa Dayikên Aştiyê, DEM Partî, DBP û gelek kes berşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê timî dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin.
Sersaxî wê du rojan li mala malbatê ya li gundê Noşyar werin qebûlkirin.