Zexta 'bidawîkirina çalakiyê' li rojnamevan Şêrwanî tê kirin
Rêveberiya girtîgehê şert danî ber rojnamevan Şêrwan Şêrwanî yê 22 roj in di greva birçîbûnê de ye ku heta dawî li çalakiya xwe nîne wê destûrê nedin ku doktor bibîne.
Rêveberiya girtîgehê şert danî ber rojnamevan Şêrwan Şêrwanî yê 22 roj in di greva birçîbûnê de ye ku heta dawî li çalakiya xwe nîne wê destûrê nedin ku doktor bibîne.
Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ji 22’yê Nîsanê ve dijî bê mafiyê di girtîgeha Hewlêrê de, dest bi greva birçîbûnê kiriye û heya niha dewam dike.
Rojnameva Şêrwanî dixwaze mafê serdankirinê û destûrdayîna vegera bo malê di bin çavdêriya polîsan de, li gel veguhestina wî ya ji bo Girtîgeha Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê were dayîn, lê ev daxwazên wî heya niha nehatine pejirandin.
Birayê Şêrwan Şêrwanî, Barzan Şêrwanî derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axivî û got, “Îro 22 rojin birayê min Şêrwan di rojiya birçîbûnê de ye. Îro tenduristiya wî bi tevahî xerab bûye û nekariye pêdiviyên xwe bi cih bîne, pir bi zehmetî dikare bilive û serê wî dizivire. Laşê Şêrwan Şêrwanî tûşî bêhêziyeke mezin bûye û tansiyona wî pir daketiye. Berpirsên girtîgehê jê re gotine heya tu dawî li çalakiya xwe ne ênî, em nahêlin bijîşk te bibînin.’’
Barzan Şêrwanî di dewamê de got; “Çi bê serê Şêrwan, hikûmeta Herêmê jê berpirsiyar e, piştre jî Rêveberiya Çaksaziya Mezinan a Hewlêrê, ji ber ku ew li pêşiya hemû mafên Şêrwan dibin asteng. Her weha wezaret, hemû rêveber û Desteya Mafên Mirovan berpirsên sereke ne di rewşa Şêrwan de.”
Hêjayî gotinê ye rojnamevan Şêrwan Şêrwanî di 7’ê Cotmeha sala 2020’an de li gel hejmarek rojnamevan û çalakvanên Badînanê hate girtin. Piştî çend mehan ji girtina wan, Dadgeha Taybet a Hewlêrê di 16’ê Sibata sala 2021’ê de bi tometa “têkdana ewlehiya nîştimanî” ceza li wî birî. Piştre çend dozên li pey hev ji bo Şêrwanî zêde kirin û bi çend xalên cuda dema girtina wî dirêj kirin.