Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

Grevê ku rojnameger Şêrwan Şêrwanî di 22’yê Avrêlê Roja Rojnamegeriya Kurdî de dabû destpêkirin, ketiye roja xwe ya 15’an. Malbat û xizmên wî diyar dikin ku rewşa tenduristiya Şêrwanî giran bûye û nikarin tu agahiyan jê bigirin

Rojnameger Şêrwan Şêrwanî, ji bo mafên xwe greva ku di 22’yê Avrêlê Roja Rojnamegeriya Kurdî de dabû destpêkirin, 15 roj in berdewam dike. Malbat û xizmên wî dan xuyakirin ku rewşa tenduristiya Şêrwanî roj bi roj xirabtir dibe.

Birayê Şêrwanî, Barzan Şêrwanî wisa got: Rewşa tenduristiya Şêrwan her ku diçe xirabtir dibe. 15 roj in di grevê de ye. Têkiliya me bi tevahî bi wî re qut bûye. Em hêvî dikin ku alîkarî bigihe wî.

Hate ragihandin ku Şêrwan Şêrwanî ji rêveberiya girtîgehê daxwaza berdana bi şert, bi şertê kontrola polîsan hefteyê carekê çûna malê an jî veguhestina bo Girtîgeha Gewran a li Silêmaniyê kiriye.