KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Erziromê piştî bi salan Newroz hate pîrozkirin
Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku divê demildest Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. -
Newroza li Dersimê: Em di qonaxa destpêkê ya avakirinê de ne
Li Dersimê "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" bi beşdariya gelekî kesî hate lidarxistin. -
Li Erdîşê bi deh hezaran kesî Newroz pîroz kir
Li navçeya Erdîş a Wanê bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê Newrozê bûn. -
Piştî dîlgirtina 32 salan wê Newrozê li derve pîroz bike
Mûhîttîn Pîrînççîoglû piştî 32 salên li girtîgehê wê Newrozê îsal li derve bi rengekî azad pîroz bike û got, "Ev yek ji bo min hesteke gelekî cuda ye." -
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat ji bo Helebceyê daxuyanî da
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku kîmyabarana Helebceyê nekariye îrade û berxwedana Kurdan têk bibe û têkoşîna rewa ya netewa Kurd dê heta serkeftinê berdewam bike. -
CPT: Başûr 307 caran hat bombebarankirins
Rêxistina CPT-Emerîka ragihand ku ji 28’ê Sibatê ve heta niha komên çekdar yên ser bi Îranê ve 307 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirine û di encama van êrîşan de 8 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûne. -
Talabanî: Di vê demê de divê em aramiya gelê xwe biparêzin
Serokê YNKê Bafil Talabanî bal kişand ser bûyerên li Herêma Kurdistanê û Iraqê rû didin û got: “Li hemberî ew xeteriyên mezin ku dixwazin me bixin navê niha dema yekîtiyê ye.” -
Li Helebceyê bîranîna komkujiyê
Waliya Helebceyê li bîranîna komkujiyê axivî û rexne li hikumetê kir ku alîkariya pêwîst nade malbatên şehîdan û mexdûrên komkujiyê. -
Li Rojava û Başûr bîranîna Helebceyê
Ji ber salvegera komkujiya Helebceyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. -
KCK'ê kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî
KCK'ê di salvegera komkujiya Helebceyê de ku bi hezaran Kurd ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve hatin qetilkirin, zihniyeta qirker şermezar kir. -
Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê
Di dema êrîşê de bêhneke giran a sêvan li herêmê belav bû. Zarok ber bi wê bêhnê ve bazdan û peyva wan a dawî pir caran ev bû: "Dayê, bêhna sêvê tê min." -
'Yekîtî dikare gel li dijî şer biparêze'
Li dijî polîtîkayên şer jinan ji bo yekîtî û rêxistiniyê bang kirin û gotin, "Ya ku me biparêze yekîtiya Kurdan e." -
KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyek da. KNK’ê di daxuyaniya xwe de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. -
Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn
Li navçeya Ranya ya Raperînê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn û sedan kes serdana kon kirin û sersaxî xwestin. -
Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin
Tevî barana zêde û hewaya sar jî li navçeya Dihê ya Sêrtê agirê Newrozê bi destê jinan hat pêxistin. -
Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin
Li Qersê Newroz li gel barîna berfê jî bi coş hate pîrozkirin. -
Li Semsûrê pîrozbahiya Newrozê
Newroz li Semsûrê bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin qîrîn. -
Newroz li Îdirê hate pîrozkirin: Hevalên me yên li girtîgehan wê azad bibin
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Îdirê di pîrozbahiya Newrozê de axivî, işaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, serdemeke welê destpê kiriye ku girtiyên li girtîgehan wê azad bibin. -
Deriyê Sînor ê Hacî Omeran vebû
Deriyê Sînor ê Hacî Omeran ê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li bazirganiyê û tûrîstan careke din vebû. Ji ber şer derî 15 rojan girtî bû. -
Ji Hevpeymana Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar' ji bo gelên Îranê
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ji bo netewe û azadîxwazên li Îranê peyamek têkoşîna hevpar şand. -
Şehîd Nurhak Çiya di 15'emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn
Nurhak Çiya (Halit Dag) ê ku di sala 2011’an de li navçeya Basan a Şirnexê di êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li gundê Şêx Mahmud ê navçeya Omeryan a Mêrdînê hat bîranîn. -
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 969’an de bi koma 188’an didome. -
Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li navçeyên Hezro û Licê yên Amedê Cejna Newrozê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de gelek caran dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. -
Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya
Li Nisêbînê ciwan piştî pîrozbahiya Newrozê bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ meşiyan. -
Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e
Rojnamevan Osman Kiliç ku li Holandayê şehîd bû, bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat veşartin.