Li Agiriyê 13 kes hatin girtin
Ji kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin. Malbatan li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî biryarê dan.
Ji kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin. Malbatan li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî biryarê dan.
Kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê li navenda Agiriyê û navçeyên wê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, piştî karûbarên li qereqola polîsan, sewqî dadgehê hatin kirin. Ji kesên ku anîn dadgehê, 13 kes hatin girtin. Girtin bi hinceta "berxwedana li dijî polîsan" hat kirin.
Xizmên kesên ku hatin girtin li ber dadgehê kom bûn û li dijî biryarê nerazîbûn nîşan dan. Malbatan bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûna xwe nîşan dan.