KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Li Nisêbînê bi hezaran kes beşdarî "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroza Azadî û Demokrasiyê" bûn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. -
Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê hatin ba hev
Xizmên windayan li Amedê ji bo rojnamevan Nazim Babaoglu û li Geverê jî ji bo Nûrettîn Tûrgût edalet xwestin. Li Êlihê jî qurbaniyên komkujiya Helebceyê hatin bîranîn. -
Newroza Kopê: Dema azadiya Rêber Apo ye!
Li navçeya Kop a Mûşê Newroz hate pîrozkirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. -
Li Xelfetiyê agirê Newrozê hate vêxistin
Li warê Rêber Apo Xelfetiyê bi şîara “Azadî û Demokrasî” agirê Newrozê hate vêxistin. -
Ji bo Evdirrehman Zal li Amedê merasîm
Ji bo kedkarê çandê Evdirrehman Zal ê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed’ê merasîm hate lidarxistin. -
Cenazeyê Dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin
Cenazeyê şehîdê çapemeniya azad Osman Kiliç, li qada hewayî ya Amedê ji aliyê malbat û rojnamevanan ve hate pêşwazîkirin. -
Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li dijî projeya enerjiya jeotermal a ku 16 gundên Gimgimê digire nav xwe, bertek nîşan da û got, “Ger proje pêk were wê koçberî, wêrankirina jîngehê û xetera erdhejê dê zêde bibe." -
Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Li Kerkukê ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Şehîd Salih Muslim bi beşdariya gelek kesayet, rewşenbîrên bajêr, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. -
Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan
Bi dronan êrişê baregeheke Hizba Sazmanî Xebat a li sînorê Berdereşê hate kirin. Di encamê de du pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û hejmarek pêşmerger jî birîndar bûn -
Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn
Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim li Wargeha Mexmûrê bi merasîmekî girseyî hate bibîranîn. Di bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. -
Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran
Muxafizên Şoreşê yên Îranê careke din êriş birin ser baregeha pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li Dola Akoyanê. -
Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e
Rêber Apo ji bo endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim peyama sersaxiyê da. -
Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku li Hewlêrê di êrişekê de leşkerekî Fransî mir. Komeke çekdar a alîgirê Îranê jî diyar kir ku wê êrişê bibe ser berjewendiyên Fransayê yên li herêmê. -
KCK'ê ji bo rojnamevan Osman Kiliç û helbestvan Ehmed Huseynî peyama sersaxiyê weşand
Di peyamê de hate ragihandin ku yek ji kesayetên sereke yê karê çapemeniyê û dîplomasiya li Ewropayê Osman Kiliç wê her tim bi kesayetiya xwe ya kedkar bê bîranîn û Ehmed Huseynî jî bi berhemên xwe tevkariyeke mezin li karên helbest û wêjeyê bike. -
Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da
Lahor Şêx Cengî hevxemiya xwe ya ji ber şehîdbûna Salih Muslim diyar kir û got ku rola Salih Muslim di têkiliyên dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê de pir xurt bû. -
KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL diyar kir ku ew bi xemgînî pê hesiyan ku kedkarê çapemeniyê Osman Kiliç û 'Derwêşê siyaseta Rojava' Salih Muslim şehîd bûne û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest. -
Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin
Şehîd Ehmed Kerkûkî di çil rojiya şehadeta xwe de li Kerkûkê hate bîranîn. -
Ji PJAK'ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim
PJAK'ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand û ragihand ku Salih Muslim welatparêzekî rasteqîn bû. -
Ji KCK'ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo şehîd Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand. KCK'ê got, "Ebû Welat ku bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak pêk anî, xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas." -
Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû
Droneyek li taxeke Silêmaniyeyê ket. Di encamê de zarokek birîndar bû û xisar li malan bû. -
Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da
Tevgera Goran ji ber wefata Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim peyama sersaxiyê da. -
Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin
Kêliyek berê niha bi dronan êrişî Otêl Dîvan a li Hewlêrê û Fermandariya Hêzên 70’ê ya li Silêmaniyê hate kirin. -
YNK: Muslim ji bo yekîtiya me faktorekî girîng bû
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku ew wefata Salih Muslim ku di yekîtî û parastina mafên gelê Kurd de faktorekî girîng bû, bi xemgînî pêşwazî kiriye. -
Danezana Newroza Wanê hat ragihandin: Bi ruhê yekîtiyê dakevin qadan
Di danezana Newroza Wanê de hat diyarkirin ku wê bi sed hezaran kes azadiya Rêber Apo biqîrin û got, “Jin, ciwan, kedkar û her kesên alîgirên azadiyê ne ‘bi ruhê yekîtiya neteweyî’ dakevin qadan.” -
Cenazeyê Salih Muslim wê derbasî Rojava bê kirin
Cenazeyê Endamê Desteya Serokatiya PYDˊê Salih Muslim li nexweşxaneyeke Hewlêrê ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, wêderbasî Rojava bê kirin.