Zarokên Şengalê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

Li Şengalê, bi pêşengiya Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê û şaredariyên gel ên Şengalê ve, bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo şahiyek hat lidarxistin û şitlên daran hatin çandin.

Bi boneya 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêber Apo, li Baxçeyê Deşta Erzan yê li Geliyê Kersê, ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê û şaredariyên gel ên Şengalê ve, şahiyek ji bo zarokan hat lidarxistin.

Di serî de zarok li hev kom bûn û bi boneya vê rojê li baxçe dar çandin. Piştre ji bo zarokan bernameyeke taybet a gotina stranan, lîstikên corbicor û govendê ku hatibû amadekirin, destpê kir.

Zarokên ku ji bo gotina stranan amade bûbûn, stranên xwe pêşkêş kirin û paşê axaftin hatin kirin. Di serî de li ser navê şaredariyên gel ên Şengalê Mariya Şengalî axivî û got: “Bi boneya rojbûna Rêber Apo em li vir amade bûne. Ev roj ji bo me wek civaka êzidî xwedî wate û giringe. Em rojbûna Rêber Apo li hemû şervan, gerîla û bi taybet li malbatên şehîdan pîroz dikin. Me xwest bi minasebeta vê rojê em zarokan kêfxweş bikin û li ser vî esasî me îro ev zarok li vir kom kirine.”

Mamosta Xalida Îbrahîm jî axivî û got: “Ev meh ji bo me bi giştî pîroz e ku di nava civaka me de wek meha afirandina kaniyatê tê zanîn. Di vê mehê de cejnên wek Çarşema serê Nîsanê hene û di destpêka mehê de rojbûna Rêber Apo heye, em hê bêtir xwedî li vê mehê der dikevin. Em rojbûna Rêber Apo li hemû mamosta, şagirt û gelê xwe pîroz dikin û em bi hêvî ne ku em di sala bê de vê rojê bi Rêber Apo re pîroz bikin.”

Piştî axaftinan, bernameya ku ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şengalê ve ji bo zarokan hatibû amadekirin, destpê kir. Di lîstikan de zarok ketin pêşbirkê û zarokên ku bûn serkeftiyên yekemîn, ji aliyê saziyê ve hatin xelatkirin.