Festîvala Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike
Festîvala Rojên Amarayê ku bi wesîleya rojbûna 77'emîn a Rêber Apo li Xelfetiyê tê lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran kesî li Parka 4'ê Nîsanê dewam dike.
Festîvala Rojên Amarayê ku bi wesîleya rojbûna 77'emîn a Rêber Apo li Xelfetiyê tê lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran kesî li Parka 4'ê Nîsanê dewam dike.
Festîvala Rojên Amara ku bi dirûşma "Bi Rêbertiya azad ber bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve" bi wesîleya rojbûna 77'an a Rêber Apo tê lidarxistin, li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi coş dewam dike.
Bi hezaran kesên ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin, li navenda navçeyê li Parka 4'ê Nîsanê li hev civiyan.
Girseya gel ku kincên neteweyî li xwe kir û rengên kesk, sor û zer hilda, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" qîriya.
Pankartên bi nivîsa "Roj li Amarayê ye, azadî tê", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bi Rêbertiya azad ber bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve" û "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a dûrî ji tundiyê" li qada pîrozbahiyê hatin daliqandin.
Li qada festîvalê, standên cuda hatin danîn û ji bo zarokan jî qadên lîstikê û konên atolyeyê hatin avakirin.
Beşdarên pîrozbahiyê li ber stranan govend gerandin.