Bi dronan êrîşî mala Hisên Yezdan Pena hat kirin

Rejîma Îranê bê navber kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. Îro jî li sînorê Dêgele ya Koye mala Hisên Yezdan Pena hate hedefkirin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) berî niha dîmenek belav kir û diyar kir ku mala Serokê PAK’ê hatiye hedefgirtin.

PAK’ê ragihand bi 3 dronan êrişî baregeha Pakşar ya PAK’ê ya li sînorê Dêgele yê Koyê hatiye kirin.

Hat ragihandin ku di êrişan de mala Serokê PAK’ê Hisên Yezdan Pena û mala welatiyê sivîl hatiye hedefkirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye şevê din jî 10 caran bi dronan êrişî ser kamp û baregehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Koye û heman demê êrişî baregeha Komeleya Şoreşgeran ya Kurdistanê ya li Taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hatibû kirin.