Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin
Kampa Azadî ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê di satên êvarê de bi mûşekan hat hedefgirtin; mûşek li xaniyekî ket û zirarên madî çêbûn.
Kampa Azadî ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê di satên êvarê de bi mûşekan hat hedefgirtin; mûşek li xaniyekî ket û zirarên madî çêbûn.
Kampa Azadî ya ku li navçeya Koyê ye di satên êvarê de rastî êrîşeke bi mêşekan hat.
Li gorî agahiyan, xaniyê welatiyekî ya li kampa ser sînorên parêzgeha Hewlêrê de ye, hat hedefgirtin. Derbarê qurbaniyên êrîşê de ti agahî nehatine parvekirin, hat ragihandin ku zirara madî gihîştiye xanî.
Heta niha rayedaran derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek fermî nedane.