Li Kerkûkê ji bo Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin

Li Kerkûkê Endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYD’ê Şehîd Salih Muslim di çilrojiya xwe de bi merasîmekê hate bibîranîn.

Li Salona Efrah ya bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê bi amadebûna gelek kesayetên siyasî û rewşenbîrî, Şehîd Salih Muslim di çilrojiya xwe de hate bibîranîn.

Di merasîmê de peyama Komîteya Malbatên Şehîdan ji aliyê Amanc Hemreş ve hate xwendin.

Piştre Pêşmergeyê Dêrîn Ferhat Sengawî peyamek da û qala rol û tevgera Kurdî kir û destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd têkoşîn û xebatek mezin ji bo hemû Kurdistanê kir.

Di dewama merasîmê de dokomenteriyek li ser kesayet, têkoşîn û jiyana de Endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYD’ê Şehîd Salih Muslim hate nîşandan.