Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn

Li nêzî Taxa Derwazeyê, siwareyeke barhilgir a ku ji kontrolê derket li nêzî 40 siwareyan xist; di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê, di saetên êvarê de qezayeke trafîkê pêk hat û di encamê de 6 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya dualî ya Silêmanî–Kerkûkê, li devera Taxa Derwazeyê qewimî. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, siwareyeke barhilgir a ku ji kontrolê derketibû, li nêzî 40 siwareyan xistiye.

Berdevkê Rêveberiya Tenduristiyê ya Kerkûkê Saman Yabe di daxuyaniya xwe de got: Di bûyerê de heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku derbarê qezayê de lêpirsîn hate destpêkirin.