BI DÎMEN

Ji FEDA'yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

Federasyonan Elewiyan a Demokratîk (FEDA) a Swîsreyê li bajarê Zurcihê çalakiya piştevaniyê lidar xist.

ÇALAKIYA PIŞTEVANIYÊ YA FEDA'YÊ

Çalakî bi dirûşma "Heqîqeta neyê zanîn winda dibe" pêk hat û hate ragihandin ku divê yekîtî, dilxwazî û nirxên heqîqetê yên di cewhera baweriya Elewîtiyê de hene bêne mezinkirin. Li ber stranan govend hate gerandin.

https://1649452211.rsc.cdn77.org/20260419064924_2026-04-18-zurich-feda-dayanisma-etkinligi_1.mp4

Çalakî ji aliyê rêxistiniya Swîsreyê ya FEDA'yê ve hate lidarxistin û Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê Cemal Ozdemîr, endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûsa Farisliogûllari, Nûnerê Swîsreyê yê CHP'ê Ersoy Orak û nûnerên gelek saziyan li gel welatiyan tevlî bûn.

Çalakiyê bi çerax û gulbangê bi pêşengiya Pîr Mahmût Ûtebay destpê kir. Piştre Hevserokên FEDA ên Swîsreyê Ûlaş Yildiz û Songul Aslan axivîn. Hevserokan bla kişandin ser girîngiya rêxistiniyê û destnîşan kirin ku divê civaka Elewî bi hev re tevbigere.

Mûsa Farisliogûllari jî destnîşan kir ku serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi rêxistiniya civakî dibe û Rêber Apo yek ji aktorên bingehîn ên vê pêvajoyê ye.

Hevserokê FEDA'yê Şahîn Polat jî ji bo yekîtî û piştevaniyê bang kir.

Çalakiya ku piştî nîvro destpê kir heta derengiya şevê dewam kir. Di çarçoveya bernameyê de Lale Koçgun, Dogan Çagatay, Şahîn Dersim û Garîp Dost derketin ser dikê. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.