Ji bo Meşa Gemlîkê ji Wanê ber bi Amedê bi rê ketin
Jinên ku dê tev li Meşa Gemlîkê bibin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were lidarxistin, bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Jinên ku dê tev li Meşa Gemlîkê bibin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were lidarxistin, bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê di 19’ê Nîsanê de bi dirûşma “Dema jinê ye, dema azadî û Rêbertiya azad e” li Gemlîkê meşê li dar bixe.
Baskê meşê yê Wanê ji bo tevlibûna meşê ber bi Amedê ve bi rê ket.
Jinên ku dê tev li meşê bibin, ji avahiya DEM Partiyê heta Parka Mûsa Anter meşiyan. Jinan, di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Piştre jî li otobûsan siwar bûn û bi rê ketin.