19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

Bi îdiaya "rêveberiya rêxistinê" 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Siddik Akiş ku erka wî hate desteserkirin, hate birîn. Akiş di parastina xwe ya beriya biryarê de diyar kir ku darizandin ne adil e.

Hevşaredarê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku di 3'yê Hezîranê de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Îro danişîna biryardayînê ya dozê hat lidarxistin. Akiş ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de ye, bi rêya SEGBÎS'm tevlî danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Colemêrgê bûç Parêzerên Akiş, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak û malbata Akiş di danişînê de amade bûn. 

Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Paşê Siddik Akiş parastin kir. Akiş diyar kir ku bêyî delîlek hebe bi îfadeyên şahidê veşarî ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin. Paşê parêzerên Akiş parastin kirin û doza beraeta muwekîlê xwe kirin. 

Heyeta dadgehê ku biryara xwe eşkere kir, bi îdiaya "rêvebertiya rêxistinê" 19 sal û 6 meh cezayê gritîgehê li Akiş birî.