Kampa Azadî bi droneyan hate bombekirin
Kampa Azadî doh bi şev bi droneyan hate bombekirin. Li ser encama êrişê agahî bi dest neket.
Kampa Azadî doh bi şev bi droneyan hate bombekirin. Li ser encama êrişê agahî bi dest neket.
Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya Hewlêrê, ku endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û malbatên wan lê dimînin, doh bi şev bû hedefa droneyan.
Êriş li 2 nuqteyên cuda hatin kirin. Yek ji wan nava kampê, ya din jî nêzî gundê Topzawa bû.
Li ser encamên êrişê agahî bi dest neket.