Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

Li Silêmaniyeyê zarokeke ku malbata wê êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê zarokeke keç ji ber "êşkenceyê" jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Îman Diyar bi şev rakirin Tipa Edlî ya Çemçemalê û piştî lêkolîna destpêkê şandin Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê.

Li ser bedena Îman Diyar a 4-5 salî şopa êşkenceyê hate dîtin. Şahidên ku malbatê nas dikin gotin, dayika wê êşkence lê kiriye.

Hate ragihandin ku dayik û bavê Îman Diyar ji aliyê polîsan ve li Çemçemalê hatin binçavkirin.