BI DÎMEN

Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

Li navenda Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ya Duholayê pirtûkxaneya Şehîd Pîr Çeko bi merasîmekî hate vekirin. Xelkê Şengalê û ciwan eleqeyeke zêde nîşanê vekirina pirtûkxaneyê dan ku bi sedan pirtûkên bi Kurdî û Erebî têde heye.

Piştî pirtûkxaneya ciwanan a Şehîd Vejîn a li Xanesorê, Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li navenda
xwe ya Duholayê jî bi navê şehîd Pîr Çeko pirtûkxaneyeke din vekirin.

Li gel amadebûna beşek ji ciwanên Êzidî, endamên Komînên Gel ên gund û saziyan jî tevlî
merasîma vekirinê bûn.

Li ser navê navê ciwan û xelkê tevlî vekirina pirtûkxanê bûn Hevberdevka Komîna Gel a Zorava axivî û pirtûkxaneyê li hemû ciwanan û xelkê Şengalê pîroz kir û got: ‘‘Ev pirtûk ji aliyê ciwanên Êzidî ve hate vekirin, em kêfxweş dibin ku ciwanên me van pirtûkan bixwînin.’’

Paşê gel bi tilîlî û çepikan ketin pirtûkxaneyê û wêneyê şehîd Pîr Çeko ku weke diyarî anîbûn,diyarî pirtûkxaneya ciwanan hate kirin.

Di pirtûkxaneyê de pirtûkên Erebî, kurmanciya Aramî (Behdînî) û Erebî hene. Di pirtûkxaneyê
de pirtûkên Rêber Apo, pirtûka Şehîd Zekî Şengalî, pirtûka li ser jiyannameya Şehîd Sakîne
Cansiz, gelek pirtûkên wêjeyî, li ser dîrok, çand û baweriya Ezidî û Ezdayetiyê, pirtûkên
şehîdên Şengalê û gelek pirtûkên din hene.