Di Kongreya MXDŞ’ê de rêveberiya nû hate hilbijartin

6'emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hilbijartina hevserok û cîgirên hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê bi dawî bû.

6'emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku bi dirûşmeya ‘Yekîtî, Azadî û
Çareserî’ hate lidarxistin, bi rojeva hilbijartinê bi encam bû. Kongrê her wiha plansaziya 2
salan a kar û xebatên Meclîsa Gel a Şengalê zelal kir. 6.Kongreya MXDŞ’ê, weke kongreyek
guherîn û veguherînê bi awayeke serkeftî bi encam bû.

250 delegeyên kongrê ji bo hevserokên Meclîsê û cîgirên wan dengên xwe bikaranîn. Di
encama dengdanê de Xoxê Dexîl û Azad Hisên weke hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê hatin
hilbijartin. Ji bo cîgirên hevserokan jî Besê Xelef û Hisên Sedo hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartinê rêveberiya nû li gel 51 endamên Meclîsa Gel a Şengalê bi hev re sond xwarin û kongre bi dawî bû.

Wê encamname û plansaziya kongreyê sibe were ragihandin.