KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
5 partiyên Rojhilat Tifaqa Hêzên Siyasî ragihandin
5 partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo têkoşîna li dijî rejîma Îranê avakirina tifaqek nû ragihandin. Hate diyarkirin ku lihevkirin bi armanca bidestxistina mafê çarenûsê ya Kurdan û avakirina pêşerojekî demokratîk e. -
Artêşa Iraqê hewl dide li Şengalê nuqteyên leşkerî yên nû ava bike
Piştî gefên wezîrê Tirk Hakan Fîdan ên li dijî Şengalê, artêşa Iraqê bêyî hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê, hewl dide nuqteyên leşkerî yên nû li ser rêya Geliyê Kers ê bajarokê Sinûnê çêbike. -
Çalakiyên 8'ê Adarê li Qoserê bi meşekê destpê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Qoser a Mêrdînê bi meşekê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê. -
Waliyê Kerkûkê: Leşkerên Iraqê ji taxa Newrozê vekişiyan
Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha anî ziman ku pirsgirêka têkildarî şêniyên taxa Newrozê ya li Kerkûkê çareser bûye û artêşa Iraqê xwe ji taxê vekişandiye. -
Bakirhan: Ji bo ziman û nasnameya Kurd êdî hiqûqek divê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bi tundî rexne kir ku meseleya Kurd di çarçoveya nêzîkatiyên "ewlekarî" û "terorê" de hatiye asêkirin û got, "Ji bo ziman û nasnameya Kurd êdî hiqûqek divê." -
Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê
Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Hate gotin ku êşkence li hin mirovan hatiye kirin û gef li Kurdan hatiye xwarin ku malên wan dagir bikin. -
Li Kampa Çemmişko şewat derket
Li kampa Çemmişko ya koçberên Şengalê ku li nêzî bajarê Zaxoyê ye, ji ber pirsgirêka elektrîkê agir bi konan ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn. -
KCK: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê heye!
KCK'ê li ser rapora Komîsyona Meclîsê daxuyanî da û got, "Eger tê xwestin ku hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bîne divê gelê me, gelên me û hêzên demokrasiyê di mijara çerseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin." -
Ebûbekir Helednî: Berxwedana Rojava dengê Kurdan kir yek û komplo pûç kir!
Endamê KNK’ê Ebûbekir Helednî diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê di nav Kurdan de hevgirtina neteweyî afirand û bû rêyek ji bo xurtkirina pozîsyona Kurdan di pirsgêrikên navneteweyî de. -
’Êrîşên li ser ziman û çand ji êrîşên fîzîkî xeternaktir in’
Di daxuyaniya li çalakiya nobetê ya Wargeha Mexmûrê de hate diyarkirin ku zextên li ser ziman û çand encamên giran li ser hebûna gelan derdixe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate dubarekirin. -
Li Şengalê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi zarokan re hat pîrozkirin
Li bajarokê Tilizêr yê Şengalê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi tevlîbûna mamoste û xwendevanan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo zarokan pêşbirkên cuda hatin lidarxistin û îşaret bi girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê hat kirin. -
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Desteya Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir ku girîngîdana zimanê dayikê ji bo afirandina hawirdorekî demokratîk girînge û got, “Perwerdehiya bi zimanê dayikê dê bibe sedema pêşxistina jêhatîbûn, bihêzbûn û baweriya bi xwe.” -
Malbatên li Rojhilatê Kurdistanê banga yekîtiyê kirin
Malbatên şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi daxuyaniyekê sersaxî dan malbatên xwepêşandanên li Kirmanşan, Îlam û Loristanê de hatîn qetilkirin û banga avakirina yekitiya netewî kirin. -
Li Bokanê çalakiyên Roja Zimanê Dayikê
Li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, di çarçoveya parastina çand û zimanê Kurdî de çalakiyek hate lidarxistin. -
Ji Bafil Talebanî peyama Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê
Bafil Celal Talebanî bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek belav kir û got, zimanê Kurdî sembola nasnameya neteweyî ye. -
Li Cizîrê meşa ji bo zimanê dayikê: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî
Li navçeya Cizîrê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî meşek hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî beşdarîmeşê bû û got: ‘’Zimanême rûmeta me ye. Em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin.’’ -
Li Wanê roja zimanê dayikê hat pîrozkirin
Li Wanê Platforma Saziyên Demokratîk bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li qada bajêr şahiyek lidarxist. -
Li Amedê meşa ji bo zimanê dayikê: Zimanê me rûmet û hebûna me ye
Li Amedê ji bo statuya Kurdî û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê meşeke girseyî hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun got: ‘’Em dikarin bi hev re êrîşên li ser zimanê Kurdî pûç bikin. Zimanê me rûmeta me ye, hebûna me ye." -
PJAK: Bi saya serhildana 22’yê Sibatê em hîn bêhtir nêzî azadiyê bûne
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya salvegera serhildana 22’yê Sibata 1999’an a li dijî komploya navneteweyî peyamek parve kir û got: “Bi saya serhildana 22’yê Sibatê em hîn bêhtir nêzî azadiyê bûne.” -
Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kirin
Ximên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirsîna aqûbeta windayan û darizandina failan vê hefteyê jî li bajarên Amed, Colemêrg, Riha, Êlih û Îzmîrê ê çalakî li dar xistin. -
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Çavkaniyekî Sûrî piştrast kir ku parêzgeha Enbarê di serê armancên vê planê de ye. Tê gotin ku plan heye nêzîkî 40 hezar çekdar bi pêşengtiya efserên berê yên Baasî li Enbarê werin komkirin, da ku ji wir êrîşên berfireh bibin ser kûrahiya axa Iraqê. -
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Mexmûrê hate pîrozkirin
Mamoste û xwendekaran li Mexmûrê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kirin. -
Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir
Meclisa Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Mûşê di civîneke xwe ya çapemeniyê de eşkere kir. -
PJAK'ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir
PJAK'ê ragihand ku gelê Kurd bi qirkirina çandî re rû bi rû ye û got, "Parastina zimanê Kurd û nasnameya neteweyî parçeyekî girîng ji têkoşîna me ye." -
Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide
Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku li ser Şengalê pîlanên nû û qirêj di rojevê de ne û destnîşan kir ku civaka Êzidî ya ji ber fermanê birîndar bûye, nikare zilmeke nû rake. Ji ber vê jî bang li hikumeta Bexdayê kir ku helwesteke cidî nîşan bide.