Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê agirê Newrozê careke din li serê çiyayê Zagrosan dadan.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê agirê Newrozê careke din li serê çiyayê Zagrosan dadan.
Li Zagrosan ku weke yek ji herêmên herî kevn ên bicihbûnê yên dîroka mirovahiyê ye, gerîlayan agirê Newrozê dadan û cejn pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de wateya çandî û dîrokî ya Newrozê hate destnîşankirin û işaret bi têkiliya Newrozê ya bi têkoşîna azadiyê re hate kirin.
Di peyaman de her wiha hate ragihandin ku Newroz di heman demê de ji bo azadiya Rêber Apo û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd gelekî girîng e.
Agirê Newrozê yê ku li çiyayên Zagros ê bilind bû, weke yek ji peyamên herî xurt ên Newroza 2026'an hate destnîşankirin.