Gerîla Newroz bi agir û govendê pêşwazî kir
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi dadana agirê Newrozê, stran û govendê peyama hêvî û azadiyê dan.
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi dadana agirê Newrozê, stran û govendê peyama hêvî û azadiyê dan.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş pîroz kirin. Agirê ku li nuqteyên cuda yên çiyê hate dadan şev ronî kir. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi stran û govendê Newroz pêşwazî kirin.
Gerîla li dora agirekî mezin li hev civiyan, li ber stranên Newrozê govend gerandin berxwedan û hêviya paşerojê ji çiyê li seranserê Kurdistanê belav kirin.