KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes bikeve bin bar’
Dayika Aşitiyê Kudret Eryilmaz a ku keçek û kurekî xwe di pêvajoya şer de winda kirin, got "Ev êş a me hemûyan e" û diyar kir ku divê di têkoşîna aştiyê de her kes destê xwe bixe bin kevir û bixebite. -
Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin
Li bajarên Serhedê, bi armanca protestokirina komploya navneteweyî meşên bi ronahiyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama "komplo hatiye têkbirin" hat dayîn. -
Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, di meşa li Amedê ya ku bi hezaran kes beşdar bûn de diyar kir ku Rêber Apo komplo têk biriye û bang li dewletê kir: “Heke niyeta we ya çareserkirina pirsgirêka Kurd hebe, berê xwe bidin Îmraliyê.” -
Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye
Li Binarê Qendîlê bi meşekî komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Rêvebera Meclîsa Jinan Serwîn Celal got, “Komplo bi dawî nebûn, ji feldefeya neteweya demokratîk ditirsin.” -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe
Rêveberiya Xweser a Şengalê destnîşan kir ku komploya duyemîn a 15’ê Sibatê piştî Sûriyeyê li dijî Iraq û Şengalê jî xistine meriyetê û ev hate gotin: ‘’Rêya rawestandina şer, pêkanîna aşitî û çareseriya mayîn de di azadiya Rêber Apo re derbas dibe.” -
'Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin'
Ji fermandarên YJA Starê Batufa Çekdar diyar kir ku Rêber Apo şerekî navbera gelan asteng kir û got, “Gelê me divê bizane ku Rêber Apo şansê me yê dawî ye û lewma divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin.” -
Komploya navneteweyî li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li hember Rêber Apo hate kirin, di salvegera 27'emîn de li wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. -
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê: Divê Rêber Apo azad bibe
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û xwest, bersiv ji banga aştî û civaka demokratîk re bê dayin. -
DFG'ê rojnamevan Egîd Roj bi bîr anî
DFG'ê rojnamevan Egîd Roj bi bîr anî ku di êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bû. -
Komîteya ji Ocalan re Azadî: Bêyî azadiya Rêbertî li Rojhilata Navîn aştî nabe
Komîteya ji Ocalan re Azadî bi daxuyaniyeke destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo cewhera veguherîna dîrokî û guhartinan e û got, “Bêyî azadiya Rêbertî li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê.” -
Xelkê Raperînê Komploya 15’ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin
Welatiyên Gundê Şerwêt û derdorî wê ya ser bi Raperînê bi meşekê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. -
11 jinên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin
Nasnameya 11 jinên Kurd ên di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, eşkere bûn. -
PJAK: Yekîtiya Neteweyî komploya 15’ê Sibatê û êrîşa li ser Rojava têk bir
PJAK’ê ragihand ku yekîtiya netewa demokratîk a gelê Kurd komploya 15’ê Sibatê û êrîşa li ser Rojava, têk bir. -
Xizmên windayan ji bo Akdenîz, Can, Kaya û Aydinlar hatin ba hev
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidar xistin û xwestin ku faîlên Mehdî Akdenîz, Metîn Can, Hasan Kaya û Cuneyt Aydinlar bên darizandin. -
Şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û PYD’ê çûn Germiyanê
Şandeyeke ku ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û ji nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê pêk dihat, ji bo spasiya alîkariyên ji bo Rojava çû navçeya Kelar a Germiyanê. -
Ji Saziyên Zimanê Kurdî peyama 21'ê Sibatê: Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê
Saziyên Zimanê Kurdî bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê deklarasyonek weşandin û daxwaza "Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê" dubare kirin. -
Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike
Li gorî nûçeya Rojnewsê artêşa Tirk ji bo çêkirina rêya leşkerî û veguhestina wesayîtên leşkerî rêya kevirîn a Geliyê Reşava ya dikeve sînorê bajarokê Dêrelokê bi teqemeniyan teqand û rê çêdike. -
Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin
Ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê bûn, li Silêmaniyê bi coşekî mezin hatin pêşwazîkirin. Ciwanan gotin, “Tevahiya gelê Kurd karî bi yek dil û yek deng bi hev re li dijî êrîşan rabe.” -
Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin
Li Şengalê di salvegera 27’ emîn ya Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê hate şermezarkirin. Ciwanê Şengalê gotin: “Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo, Azadiya Êzîdiya e.” -
KCK: Em bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re' rabin ser piyan
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî de bang li gelê Kurd û gelan kir ku bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" rabin ser piyan. -
Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê
17 TIR'ên alîkarî û pêdiviyên bingehîn ên ji Amedê hatin şandin, gihîştin Kobanê. -
‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’
Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku metirsiya herî mezin li ser Herêmê sekinandina sîstematîk a saziyên Herêma Kurdistanê ye. Her wiha xwest dadgeh û dozgeriya giştî ji bin bandora partiyan rizgar bibin. -
KCK'ê ji bo M. Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê weşand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Gelê Kurd wê têkoşîn û karê hêja yê M. Emîn Bozarslan ti carî ji bîr neke. Bila serê gelê me yê welatparêz, rewşenbîrên Kurd, dost, malbat û xizmên wî sax be." -
Hevdîtina Talabanî û Barzanî destpê kir
Lîderên YNK û PDK'ê li ser mijarên serokkomariya Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê dest bi hevdîtinê kirin. Tê payin ku di hevdîtinê de li ser herdu mijaran biryara dawî bê dayin. -
Li Xaneqînê bavek keça xwe ya 6 sal û nîv qetil kir
Li gundeke ser bi bajarokê Cebar ya Xaneqînê keçeke 6 sal û nîv bi awayekî hovane hate qetilkirin. Bavê zarok li xwe mikûr hat.