Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Bi droneyên kamîkaze Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê û li Koyê kampa ku Kurdên Rojhilat lê dimînin bi mûşekan hate bombebarankirin.
Bi droneyên kamîkaze Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê û li Koyê kampa ku Kurdên Rojhilat lê dimînin bi mûşekan hate bombebarankirin.
Hate ragihandin ku bi awayek hemwext bi drone û mûşekan êrişî sînorê Silêmanî û parêzgeha Hewlêrê hate kirin. Hate ragihandin ku bi droneyên kamîkaze Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê hate hedefgirtin lê drone hate xistin.
Îro di saet 19:30’an de bi mûşekê êrişî ser kampa Kurdên Rojhilat hate kirin. Her wiha ragihand ku di saet 20:00’an de careke din bi mûşekê heman kamp hate bombebarankirin.