Karayilan: Newroz 2026'an divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo - NÛ BÛ
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Newroza 2026'an divê bibe "Newroza azadiya Rêber Apo" û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewlet gavên şênber biavêje.
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Newroza 2026'an divê bibe "Newroza azadiya Rêber Apo" û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewlet gavên şênber biavêje.
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan ji ANF'ê re axivî û pêvajoya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand. Hevpeyvîna bi Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:
Newroza 2026’an nêz dibe. Yek ji taybetmendiyên Newroza îsal jî ev e ku bi cejna Remezanê re ye. Bi minasibeta van her du cejnên girîng, peyama we çi ye?
Berî her tiştî ez silav û rêzên xwe pêşkêşî tevahiya gelê me dikim. Belê, îsal em hem cejna olî hem jî ya neteweyî bi hev re pêşwazî dikin. Di serî de ya Rêber Apo, ez Newroz û cejna Remezanê ya dayikên şehîdên me yên leheng, malbatên wan û hemû hevalên me pîroz dikim. Dîsa Newroz û Cejna Remezanê ya tevahiya Kurdistanê, gelên herêmê û bawermendan pîroz dikim. Meha Remezanê ne tenê meha rojiyê ye; Remezan di heman demê de meha paqijkirina nefs û ruh, meha bedewî û aştiyê ye. Cejna Remezanê jî cejneke wiha pîroz e. Cejna Newrozê jî cejna biratî, yekîtî, têkoşîn û berxwedanê ye. Ev di dîroka gelên herêmê û gelê me de xwedî cihekî girîng û pîroz e. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku di her du cejnan de ruhê neteweyî, ruhê azadî, aştî û piştgiriyê bêtir geş bibe. Rojên wiha pîroz nêzîkatiyeke wiha ferz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejnên ku bi hev re tên pîrozkirin, bandorê li ser rojeva heyî û civakên bawermend bikin. Di vê çarçoveyê de ez cejna her kesê xwedî bawerî careke din pîroz dikim.
Cejna Newrozê bi têkoşîna me re gihiştiye asteke nû. Bi taybetî nirxandinên Rêber Apo yên li ser dîroka gelê me, tevgera Medya û derketina Newrozê, girîngiyeke mezin da Newrozê. Nirxandinên ku li ser vê bingehê hatin pêşxistin, ji bo me bû rojeke nû û derketineke nû. Ji ber vê yekê heval Mazlum Dogan di şert û mercên zindana Amedê de roja Newrozê bi 3 darikên kibrîtê Newroz pîroz kir û çalakiya xwe ya dîrokî pêk anî. Dîsa şoreşgerên wekî Zekiye Alkan û Rahşan Demirel bedenên xwe dan ber agir û agirê Newrozê gurr kirin û Newroz pîroz kirin. Ji ber vê yekê di dîroka têkoşîna me de cihê Newrozê girîng û taybet e. Li ser vê bingehê ez hemû şehîdên Newroz û şoreşê di şexsê Kawayê Hemdem heval Mazlum Dogan û Zekiye Alkan de bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim. Di van rojên pîroz de ez soza ku me daye wan careke din dubare dikim. Em ê heta dawiyê li ser xeta wan û şopa wan têbikoşin û ji bo serkeftina armancên wan ên pîroz têkoşînê bilind bikin. Agirê Newrozê agirê mizgînî, serkeftin û serfiraziyê ye. Bi ruhê agirê Newrozê em ê teqez encam bigirin û doza şehîdên leheng bi ser bixînin.
Di wan demên dawî de hin kedkarên doza azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn. Herî dawî jî şehadeta Salih Muslim hat ragihandin. Ji bo van şehadetan hûn ê çi bêjin?
Wekî ku we jî diyar kir, di vê dema dawî de hin kesayetên ku keda wan di têkoşîna gelê Kurd de heye, rol lîstine û fedakariyên berçav kirine, ji ber nexweşiyê wefat kirin. Di serî de heval Salih Muslim (Bavê Welat), heval Osman Kiliç (Gundî) û Ehmed Huseynî, ez hemû hevalên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minet bi bîr tînim û li ber xatirên wan bejna xwe ditewînim.
Ez Salih Muslim ji mêj ve nas dikim. Salih Muslim li Tirkiyeyê xwendibû. Ji ber wê siyaseta Tirkiyeyê dişopand lê Tevgera me ji nêz ve nedinasî. Piştî ku nas kir, bi taybetî di sala 1983’an de piştî hevdîtina bi Rêber Apo re, êdî biryar da ku bi Tevgerê re bimeşe. Ji wê demê ve di xebatên azadiya Kurdistanê de keda wî pir çêbû. Di wan deman de li Erebistana Siûdî dixebitî. Rêber Apo bi xwe yekser bi xebatên Erebistana Siûdî re eleqedar dibû. Li wir kadro tune bûn, kesên welatparêz hebûn. Bi telefonê yekser bi wan re dipeyivî, her dem têkilî datanî. Yek ji wan jî heval Salih Muslim bû. Heval Salih Muslim gelek caran bi rêya telefonê yan jî bi hevdîtinên rûbirû Rêber Apo ji nêz ve nas kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo wî got: "Ji bo min mîna Sırrı Sureyya Onder pir hêja û giranbiha ye." Bi rastî jî hevalên wiha di xebatên me de rolên pir girîng lîstin. Heval Salih Muslim jî wisa bû. Bi bêgumanî beşdar bû û fedakariyeke mezin nîşan da.
Erebiya wî baş bû, di warê wergerandina fikir û ramanên Rêber Apo de jî kedeke mezin da. Li Kobanê pêşî Enver Aluş di vê mijarê de ked dida, daxuyanî û hwd. wergerand. Piştre heval Salih Muslim bêtir ramanên Rêbertiyê nivîsandin û nirxandinên wî yên giştî wergerandin. Bi gotineke din, hem di xebatên îdeolojîk de hem jî di xebatên siyasî û rêxistinî de ked da.
Nemaze piştre di avakirina PYD’ê û di pêvajoyên destpêkê de wekî hevserok rol lîst û di siyaseta Kurd de ked da û cihekî girîng girt. Di têkoşîna xwe ya di çarçoveya xeta Rêber Apo de roj bi roj kûr bû, bi biryardarî û sekneke bêtir beşdarbûneke xurt nîşan da. Belê, Salih Muslim kesekî ku soza kadrobûnê dabû partiyê ne bû, lê mîna kadroyekî giştî yê şoreşê dixebitî. Bi vê şêweyê hevalên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dixebitin hene. Dikare were gotin ku ew ji bo wan hemûyan mînak e. Tevî ku soza kadrobûnê nedabû partiyê jî, bûbû kadroyekî welatê azad, kadroyekî têkoşîna azadiyê; şev û roja xwe da, hem malbata wî hem jî wî bi xwe her cure fedakarî nîşan da. Di nav têkoşînê de wekî rêberê gelekî mînak derket holê. Hevalên din ên wiha jî hene. Ne şert e ku kesên di têkoşîna Apoyî, azadî û demokrasiyê de rol dilîzin teqez bibin kadroyên partiyê yên sondxwarî. Ya girîng ew e ku mirov bi biryardarî û bê dudilî beşdar bibe, di ramanên rêbertiyê de kûr bibe û di vê çarçoveyê de rol bigire ser xwe û rola xwe bileyize. Salih Muslim ji bo vê yekê mînakeke mezin e. Me gelek xebat bi hev re kirin. Bîranînên hevalên leheng ên mîna Salih Muslim nayên jibîrkirin. Li ser vê bingehê ez wî careke din bi rêz bi bîr tînim, sersaxiyê ji malbata wî û gelê me yê hêja yê Kobanê re dixwazim.
Di nav têkoşîna me de kesên ku bi vî rengî xwedî rol in, di çarçoveya demokrasî û welatparêziyê de beşdar bûne û erkên girîng pêk anîne hene. Yek ji wan jî, wekî ku Rêber Apo jî amaje pê kiriye, Sırrı Sureyya Onder e. Sırrı Sureyya jî tevî ku ne kadroyê tevgerê ye, hevalekî ku roleke girîng lîstiye. Berê di tevgerên çep ên Tirkiyeyê de wekî sosyalistekî cih girtibû, di zindanê de mabû; hunermend, ronakbir, siyasetmedar û hevalekî ku xwedî gelek behreyên din bû. Piştî ku xeta Rêber Apo û Tevgera me nas kir, bi biryardarî û kelecaniyeke mezin beşdar bû. Wekî kesekî Tirkmen ku ji tevgera çep a Tirkiyeyê tê, sempatiyeke mezin û eleqeyeke germ ji doza gelê Kurd re nîşan da. Ev helbet meseleya durustî, paqijî û wijdanê ye. Wî ev dît û xwest bixebite. Min ew di sala 2013’an de nas kir. Her gava ku dihat cem me, teqez şevekê dima, me bi wî re axaftinên pir berfireh û sohbet dikirin. Mirovekî wiha vekirî bû û ji bo têkoşîna azadî, sosyalîzm û demokrasiyê her cure fedakarî dikir. Li ser vê bingehê ez Sırrı Sureyya Onder jî careke din bi rêz bi bîr tînim. Bîranînên wan dê her dem bi me re bijîn.
Di heman demê de, ez dixwazim hevalê Huseyin Aykol jî bi bîr bînim; ew jî wekî Sırrı Sureyya bi eslê xwe ji Tirkiyeyê bû û di nav tevgera çep a Tirkiyeyê de cih girtibû, piştî ku zilm û nemafiya dewleta Tirk a li ser têkoşîna azadiyê dît, bi tevahî tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd bû. Heval Huseyin Aykol, tevî ku têkiliya xwe ya bi rêxistina xwe re bi temamî nebirîbû jî, hemû jiyana xwe diyarî Têkoşîna Azadiya Kurd kir. Bi rastî sosyalist, enternasyonalist û şoreşgerêkî mezin e. Hem ji bo têkoşîna sosyalîzm û azadiyê ya Tirkiyeyê hem jî ya Kurdistanê bi fedakariyeke mezin ked da û xizmet kir.
Min heval Huseyin Aykol di sala 1991’ê de nas kir. Berê bi telefonê, piştre jî di sala 1992’an de li Lubnanê, li qada rêbertiyê li Akademiya Mahsum Korkmaz me hev dît. Wê demê Rêber Apo jî li wir bû. Wê demê ne tenê hevpeyvîn kirin; di heman demê de li ser wê yekê ku em çawa dikarin hevkarî bikin û ew dikare çi rolê bileyize nîqaş kir. Di wê pêvajoyê de li ser derxistina Rojnameya Ozgur Gundem ku wê rojane weşanê bikira jî nîqaş hatin kirin. Yanî kesekî ku ji bo serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê amade bû her cure fedakariyê bike bû. Jixwe heta şehadeta xwe her ked da û xizmet kir. Bi vî rengî bû kedkarekî mezin ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Çawa ku li Tirkiyeyê ji bo doza sosyalizmê ked da, di têkoşîna gelê Kurd de jî bû kedkarekî pêşeng. Mirovekî taybet bû. Mînakên mîna wî kêm in. Evqas durust, paqij, biwijdan û girêdayî Têkoşîna Azadiya Kurd bûn pir girîng e.
Heke îro em di biratiya gelan de roj bi roj kûr dibin, divê were zanîn ku rola hevalên wiha tê de pir zêde ye. Belê, di destpêka tevgera me de hevalên kadro yên wekî Haki Karer, Kemal Pir û piştre Emine Erciyes, Gulnaz Ege rol lîstin; ligel wan hevalên mîna Sırrı Sureyya Onder û Huseyin Aykol ku ji tevgera çep a Tirkiyeyê hatine, cîhan nas kirine, çandî û zana ne, bi van kûrbûnan beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurd bûne û bûne pirek di navbera gelan de. Beşdarbûna wan a bi ruhê enternasyonalist bingeha yekîtiya gelan xurt kir û van mirovên hêja hîn jî di têkoşîna me de vê rolê dilîzin. Dê her dem wisa be û em ê heta dawiyê li ser xeta wan têkoşîna azadiya gelan bilind bikin û bi ser bixînin.
Di van rojan de yê ku me wî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kir hevalê me Selîm Sadak bû. Ew li beravên Çemê Dîcleyê li gundê Bafê yê Botanê mezin bû û kesayetiyek bi welatparêziya xwe dihat nasîn. Di sala 1991’an de, dema ku Têkoşîna Azadiya Kurd gihîşt astekê ku dikare di siyaseta Tirkiyeyê de rolek bilîze, pêwîst bû ku hin kes wekî parlamenter werin hilbijartin. Di wê pêvajoyê de, nîqaşên ku kî dikare cih û warê gerîla, berxwedan, têkoşînê, çavkanî û keleha Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Botanê temsîl bike, dihatin kirin. Wê gavê navê Selîm Sadak hat rojevê û me bi vî awayî navê wî bihîst. Bi rastî, ew û hevalê me yê rêzdar Orhan Dogan wekî nûnerên gelê Botanê hatin nîşandan û wekî ku tê zanîn gelê me ew pesend kirin û bi vî rengî ew bûn parlamenter.
Hevalê Selîm Sadak ê ku jiyana xwe ji bo welatparêziyê terxan kir, piştî ku ket siyasetê di nav gelê me û li Tirkiyeyê hat nasîn. Ew 10 salan di zindanê de ma û gavek jî paşve neavêt û welatparêziya xwe kûrtir kir. Piştre, me pê re hevdîtin kir. Me li ser gelek tiştan nîqaş kir; me hevdu nas kir û gelek xebat bi hev re meşand. Li ser vê bingehê, ez hevalê Selîm Sadak bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînim û sersaxiyê ji gelê Hezex-Botanê û malbata wî re dixwazim. Ez di wê baweriyê de me ku wê zarok û malbata Selîm Sadak li ser rêya bimeşin. Hevalekî ku mohra xwe li demekê xistiye û rol lîstiye divê beriya her kesî malbat û xizmên wî li ser şopa bimeşin. Divê hemû welatparêz li ser rêya hevalên wisa durist, paqij û girêdayî welatê xwe bimeşin. Bi vî rengî mirov dikare li ser rêya Selim Sadak kûr bibe, pêş bikeve û biserkeve. Li ser vê bingehê, ez careke din sersaxiyê ji gelê hêja yê Hezexê re dixwazim. Hevalên mîna Selîm Sadak ê ku welatparêxiya wî xurt, bi biryar û girêdayî têkoşîna azadiya gelê Kurd, ji bo me û hemû welatparêzan mînak in. Divê Selîm Sadak û yên mîna wî di vê çarçoveyê de werin dîtin û divê em wan bi vî rengî nemir bikin. Em li ser vê bingehê nêzîkî van şoreşgerên qehreman û hevalên hêja dibin.
Îro 18 roj in li ser Îranê êrîşa Emerîka û Îsraîlê heye. Li ser vê şerê hûnê çi bêjin?
Ev şerê berdewam dike tevahiya herêmê girtiye nav xwe. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji bo herêmê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin tê meşandin. Ew şerekî di navbera hêzên hegemonîk û statukoparêz de ye. Tu eleqeya gelên herêmê bi vî şerî nîne. Ev şer ne şerê gelên herêmê ye. Ji ber vê yekê, em di vî şerî de ne aliyê ti kesî ne. Wekî tevger, xeta me ya sêyemîn a xeta azadî û demokrasiyê ji bo gelan heye. Em li ser vê bingehê tevdigerin. Lê ev şer zirarê dide her kesî. Bi gotineke din, sivîl û kesên ku têkiliya wan bi tu aliyan re tune ne zirarê dibînin. Di aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî de bandorê li tevahiya herêmê dike. Di encama desteserkirina Tengava Hurmuzê, bandorê li tevahiya aboriya cîhanê jî dike. Jixwe di vê çarçoveyê de rojeveke berfireh heye. Lê bêhtir bandorê li gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê dike. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê gelekî girêdayî nirxên xwe ye, xwedî hestek kûr a dîrok û welatparêziyê ye. Bi wesîleyê ez bi rêzdarî gelê Rojhilatê Kurdistanê silav dikim. Di pêvajoyek ewqas girîng de, divê gelê me bêtir xwe birêxistin bike, bi hişmendî tevbigere û ji her cûre êrîş û rewşan amade be. Ger êrîşek li dijî gelê Rojhilatê Kurdistanê pêş bikeve, bê guman em ê li pişt wan bisekinin. Bê guman, divê hemû gelê Kurd bi ruhekî neteweyî piştgiriyê bidin hev.
Îro, gelên Îranê û gelên Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya vî şerî de ketine serdemek pir girîng. Divê ev rewş bi awayekî cuda neyê destgirtin. Çarenûsa gelên Îranê bi hev ve girêdayî ye. Ji bo ku pêvajoyê bi vî rengî pêşwazî bikin, divê xwişk-biratî û yekîtiya gelan bêtir derkev pêş û li gorî wê tevbigerin. Ez di wê baweriyê de me ku ev pêvajo wê bi xwe re ji bo hemû gelan û gelê Kurd serdemek nû û erênî bîne. Wekî ku me anî ziman divê geşedan bi awayekî rêxistinkirî û hişmendî werin destgirtin, divê tevger û pergala parastinê li her derê bê xurtkirin. Heke ne wisa be wê eciqandin çêbibe. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê xwedî şiyan e ku pêvajoyê bi awayekî rast şîrove bike, bizanibe kengî û çi divê were kirin, bi hişmendî tevbigerin û erkên xwe bi cih bînin.
Neteweya demokratîk yek ji fikrên girîng a Rêber Apo ye. Lêbelê piştî geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş li ser vê yekê çêbûn. Bersiva we li hemberî wan êrîşan çi ye?
Em hewce nabînin ku bersivê bidin kesên ku bi awayekî nebaş diaxivin, yên ku beşdar nabin, yên ku xizmetê nakin, yên ku 24 saetên xwe nadin têkoşîna gelê Kurd, yên ku ji fedakariyê re ne amade ne û yên ku direvin. Ew mîna kontra tevdigerin. Tiştê ku ew dikin ew e ku li Ewropayê ku reviyane ê dijberiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikin. Ked û xwîna rijandî paşguh dikin, hewl didin rûmet û nirxa wê kêm bikin. Kesên bi vî rengî çiqasî tevbigerin bila bigerin, nikarin rojê bi bêjingê veşêrin an jî tarî bikin. Ji ber ku bandora rojê pir mezin e. Derketina holê ya Rêber Apo li Kurdistanê ronesansek afirand, ronakbîrî anî û gelê Kurd di aliyê siyasî, leşkerî, civakî û dîrokî ve aqil û stratejiya xwe pêş xistiye û rê li ber kûrbûn û pêngavekê vekiriye. Kes nikare vê yekê ji nedî ve were.
Yek ji berhemên mezin ên Rêber Apo Stratejiya Neteweya Demokratîk e. Nêzîkatiyên teng ên neteweperest rol û mîsyona gelê Kurd teng dikin, dixe qalibekê û bi tenê hiştinê re ji hêzê dixe. Siyaseta wiha ya paşverû û teng a neteweperestî xizmeta gelê Kurd nake. Gelê Kurd di nav xwe de asê dike Ev nêzîkatî, ji xizmeta gelê Kurd wêdetir, berevajî vê ye; em dizanin ku ev êrîş ji hêla dijmin ve têne birêve birin. Trolên dijmin vê yekê dixin rojevê. Ji ber ku dijminên gelê Kurd herî zêde ji siyaseta neteweya demokratîk ditirsin. Mînak, ew dibêjin, “Ma Kurd kî ne ku gelê Ereb û Tirk têxin nava tevgerê?” Wan her tim Kurdan wekî kole dibînin. Ji ber vê yekê, ew bêtir li dijî siyaseta neteweya demokratîk tevdigerin. Em ji rapor û tomarên cûrbecûr dizanin ku ew herî zêde ji siyaseta neteweya demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin ditirsin. Saziyên îstîxbaratê yên dewletên dagirker li ser vê mijarê bi gelekî dixebitin. Lê em hin kesên ku xwe wekî Kurd bi nav dikin û heta bandorê li hin welatparêzan, heman tiştan tînin ziman dibînin. Ev nêzîkatiyek xelet e. Ew rola Kurdan teng û kêm dike. Rêber Apo hewl dide ku têkoşîna azadî, demokrasî û xwişk-biratiya gelan a gelê Kurd li herêmê bike pêşeng. Yên ku gelekî ji neteweperestiyê hez dikin, hewce ne ku vê rastiyê bibînin. Em jî li ser vê bingehê, dixwazin şoreşa azadî û demokrasiyê li herêmê pêk bînin, guhertin û veguherînê pêk bînin. Ev armancek pir girîng û stratejiyek mezin e. Lê aqlê hin kesan ewqasî teng e û pêşbîniya wan kêm e ku hewl didin vê stratejiyê bi sekneke teng a nîjadperestiyê li ber çavan bixin. Ev hewldaneke bê feyde ye. Divê her welatparêz vê rastiyê bibîne.
Mînak dema QSD’ê li Rojava heta Dêrazor û Reqayê çû bi gotina, “Çi karê Kurdan li wê derê heye, çima ciwanên Kurd dişînin mirinê” rexne dikirin. Dema ku QSD’ê ji wê derê vedikêşe dîsa rexne dikin. Ji ber ku karê wan rexnekirin û reşkirina rastiyan e. Di rastiyê de ev ne rexnekirin e. Her kes ji bo rexneyê rast vekirî ye. Em tevgera rexne û rexnedayînê ne. Mafê welatparêzan heye ku bi gotina, ‘Çima wisa bû’ rexne bikin. Lê li vir ne rexne reşkirin û berovajîkirina rastiyan heye. Tişta ku divê bê dîtin eve. Niha tişta ku pêwîste gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike xurtkirin û pêşxistina siyaseta neteweya demokratîk e, bi gotinekî din xwişk û biratiya gelê Kurd, Asurî-Suryanî û Ereb e. Tenê bi vê siyasetê dikarin bi awayekî gîştî şoreşa demokratkiyê li Sûriyeyê pêş bixin û bibin xwedî rol û mîsyon. Dikarin bi têkoşîna demokrasî û siyasetê xwe ji her aliyê ve xurt bikin. Siyaseta neteweya demokratîk îro dikare Kurdan di siyaseta Sûriyeyê de bike hêzekî bingehîn. Bi di nava xwe de xwe tengkirinê û di kilîdbûna Kurbûnekî bi vî tarzî de nikare tîştek bike. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên bi vî rengî ne di berjewendiya gelê me de ye. Divê hemû welatparêz û alîgirên demokrasiyê vê rastiyê li ber çavan bigrin û li gorî wê tevbigerin.
Rêber Apo çi dibêje? Dibêje ez dixwazim ji Kurdan re cihek çêbikim. Çima? Ji ber ku bi awayekî fermi tu cihên Kurdan tune ye. Niha neteweyên ku di Neteweyên Yekbûyî de dewlet in hene, lê platforma ku neteweyên ku ne dewlet in jî hene. Gelo li wir Kurd hene? Li wir jî tune ye. Yanî di vê cîhanê de cihek nedane Kurdan. Kurd hîn jî nifûseke bê qeyd û bê cih e. Belê, li hin deveran statuya xwe heye. Ev baş e. Başûr ji vî alî ve gaveke girîng e; her wiha Rojava gavê diavêje. Lê belê divê em zanibin ku hîn jî qeyda me nîne; Qeydeke Kurdn nîne. Pêwîstî bi têkoşîneke cidî heye. Ji ber vê jî Rêber Apo dibêje ew hewl dide ji bo Kurdan cihekî çêbike. Di qanûnên Tirkiyeyê de wê cih jê re bê dayin. Têkoşîna tê meşandin bi qasî têkoşîna demokrasî û sosyalîzma demokratîk, ji wê wêdetir têkoşîna Kurdîtî û Kurdistanî ye. Weke Kurd em ê çawa li herêmê li ser xaka xwe azad bijîn? Niha têkoşîna vê tê meşandin û divê her kes vê heqîqetê bibîne.
Rêber Apo 54 sal in vî karî dimeşîne. Bala xwe bidinê, nîvê van salan girtî ye, nîvê van salan jî li derve derbas bûn. Hem li derve hem jî li zindanê ji aliyê teorîk, siyasî, felsefî ve karekî bêeman dimeşîne, gelekî hewl dide. Bi vî rengî ji bo Kurdan çeperek afirand; gelek pêşketin pêk anî û niha jî dixwaze vê demê bi ser bixîne. Her kesên ku têkildarî Kurdîtiyê bi kûrahî difikre, divê di vê çarçoveyê de binirxîne. Têkoşîna ku Rêber Apo û Tevgera me ji bo Kurdistanê meşand bi çend gotinan nikare bê vegotin. Ev hemû bi lehengiay şehîdan, bi keda Rêber Apo û destanên li zindanan û çiyê hatin afirandin. Bi hêsanî nebû. Ji ber vê jî hewldanên hin kesan ên li ser komputerê hewl didin tevlîheviyê bikin bê wate ye, encamê nikare bi dest bixe. Lê belê ji bo serxistina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd, divê gelê me û welatparêzên Kurd li ser vê heqîqetê xwe kûr bikin.
PÊWÎSTIYA KURDAN BI YEKÎTIYA DEMOKRATÎK HEYE
Bi geşedanên Rojava re gelê Kurd derketineke xurt pêk anî û di pratîkê de yekîtiyek ava kir. Em dizanin ku ji bo ev yekîtî di qada siyasî de jî çêbibe, hewldan tên kirin. Di vê xisûsê de geşedan di çi astê de ne?
Belê, di destpêka meha Çileyê de bi tarzekî komploger êrîşî gelê me yê Rojava hate kirin. Bi vê yekê re gelê Kurd li her çar parçeyan kete nava liv û tevgerê; sekneke neteweyî û ruhekî bilind raber kir û banga yekîtiyê kir. Gelê me di pratîkê de yekîtiya xwe ava kir. Têkildarî vê yekê mirov dikare bêje siyaset li paş maye. Gel çû pêşiya siyaseta Kurd. Ev rastiyek e. Divê ev rewş were derbaskirin.
We pirs kir ku ev hewldan gihiştine kîjan astê. Qasî ez dizanim, hîna asteke berbiçav nîne, hin nîqaş tên kirin. Li Rojavayê Kurdistanê yekîtî çêbû, meha Nîsana borî konferansek hate lidarxistin. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê 6 partî bûn yek. Ev pêşketineke bi nirx û baş e. Her hewldana yekîtiyê guncaw e û bi qîmet e. Ji ber ku di tevahiya dîrokê de dema rewşa gelê Kurd berçav tê girtin, tê dîtin ku ji ber yekîtiya xwe çênekiriye têk çûye. Îro jî heman mijar di rojevê de ye. Lewma hemû hewldanên ku bi armanca yekîtiyê tên kirin, erênî ne. Ti kes ji yekîtiyê zirar nabîne, gelê me wê bi ser bikeve.
Îro herêma me dikele, şer heye û armanca vî şerî jinûve dîzaynkirina herêmê ye. Her kes ji bo welatê xwe dixebite. Em Kurd jî divê wisa bikin. Lê belê niha tu lê dinêrî, li cem Kurdan her kes ji bo welatê xwe na, her kes ji bo partiya xwe dixebite. Lê belê divê berjewendiyên welat û gel li ser hertişî re bên girtin. Ev pirsgirêkek cidî û neteweyî ye. Divê ev were derbaskirin.
Em bi vê armancê gelek caran ketin nava hewldanan, lê heya niha pêşketineke ku bi dest were girtin, pêk nehat. Lê belê di vê dema ku herêm wisa dikele û şer li Kurdistanê diqewime de, eger ev pirsgirêk neyê derbaskirin wê xeteriyên hin cidîtir çêbibin. Ti kes nikare bêje destkeftiyên wan daîmî ne. Mesele li ser jinûve dîzaynkirina herêmê, plan tên kirin. Başe, cihê Kurdan di vê dîzaynê de çiye? Ne diyar e. Li gorî rastiya heyî, ji rewşa heyî wêdetir tiştek cuda nayê dîtin. Yanî têkildarî siberoja gelê me xeterî hene. Divê ev yek ji aliyê her kesê ve were dîtin û ev rewş were bidawîkirin.
Cejna Remezanê û Newrozê li pêşiya me ye. Di nava çend rojan de, em ê Cejna Newrozê û Remezanê bi hev re pîroz bikin. Gelê me dîsa li qadan banga yekîtiyê dike. Newroza îsal, bi şîara Azadiya Rêbertî û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan tê pênasekirin. Weke tevger em yekîtiya demokratîk a Kurdan weke xisûsek stratejîk dinirxînin. Em van bi armanca propagandayê nabêjin. Yan jî em nabêjin, ‘çêbe jî wê çêbe, nebe jî wê çêbe’. Em dibêjin, ‘eger nebe, nabe’. Divê yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe. Ji ber ku her kes nîqaş dike û ji bo xwe û welatê xwe dixebite. Welatê me hatiye binpêkirin. Wê demê ji beriya her kesê divê em bibin yek. Dibe fikrên me cuda bin; jixwe em gelek mezin in, em ne kêm in. Pir xwezayî ye ku di nava me de fikrên cuda hebin û ji bo her fikrê partiyek hebe. Ya girîng ew e ku li ser esasê berjewendiyên neteweyî û hevpar, em bibin yek. Dîsa her kes dikare fikrê xwe biparêze û têkoşîna xwe bimeşîne. Jixwe yekîtiya demokratîk a ku em behs dikin, wiha ye. Dibe niha yekîtiyeke pir rêkûpêk, xwedî konge û konsey, xwedî serok çênebe. Helbet wisa ba baş dibû, lê qasî tê dîtin ev wê pir bi lez pêk neyê. Saşa 2013’an dema ev mijar dîsa ketî rojevê, hin gav hatin avêtin, sala 2014’an jî ev rewş dom kir. Lê piştre hate rawestandin. Kî çima sekinî ye, mijareke welê ye ku divê cuda were nîqaşkirin. Lê ji vê rewşê jî tê fêmkirin, avabûna yekîtiyeke rêkûpêk ne hêsan e. Wê demê her kes li ser bingehê stratejiyeke hevpar dikare bibe yek û xebata xwe bimeşîne. Lê belê divê xisûsên hevpar hebin. Hîn rasttir berjewendiyên neteweyî divê bi rengekî hevpar bên parastin û her kes li gorî vê tevbigere. Ne tenê li gorî rêxistina xwe, divê li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigere, di nava xwe de bi îrtîbat be û lê dîsa bi xwe karê xwe bimeşîne. Dema berjewendiyên neteweyî bû mijara gotinê û sekneke giştî hate xwestin, divê her kes vê seknê raber bike. Di têkiliyên derve de yan jî niha mîna li Rojava û Rojhilat dema rewşên awarte û mijarên girîng çêbûn, divê di nava yekîtî û neteweyî de helwestek were raberkirin. Ji dervey vê jî her kes li ser esasê bernameya xwe, dikare li parçeya ku lê ye xebatên xwe yên siyasî, rêxistinî û neteweyî bidomîne.
Em îfade dikin ku di vê çarçoveyê pêdivî bi yekîtiyeke demokratîk heye. Em bang li her kesê eleqeder dikin ku car din di vê dema dîrokî de ji bo berjewendiyên gelê Kurd di çarçoveya yekîtiya demokratîk de bibin yek. Em bi vî rengî dikarin gavên ku gelê me li bendê ye, bavêjin. Çawa ku gelê me xwedî li Şoreşa Rojava derket û peyamên girîng da, niha jî li qadên Newrozê heman bang û şîar bilind dibe. Divê em jî weke siyaseta Kurd vê bêbersiv nehêlin, bi berpirsyar tevbigerin û yekîtiyeke demokratîk û neteweyî pêş bixin.
Banga me ji bo hemû lîderên Kurd, rêveber, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, partî û rêxistinên wê ev e. Di vê pêvajoya dîrokî de em Yekîtiya Kurd a Demokratîk ava bikin. Ji bo vê em bang li her kesê dikin ku xwedî li berpirsyariya xwe derkeve. Weke Tevger têkildarî vê yekê çi pêwîst be, em amade ne bikin. Di vê demê de bi rastî jî ji bo avabûna yekîtiya demokratîk a Kurdan, em ê hemû wezîfeyên ku dikevin ser milê xwe bêteredut bi cih bînin.
QONAXA BÊÇEKBÛNÊ DIVÊ JI ALIYÊ RÊBER APO VE WERE RÊVEBIRIN
Gelo pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibata 2025’an re destpê kir, di kîjan qonaxê de ye? Nirxandinên we yên di vê mijarê de çi ne?
Destpêkê ez vê diyar bikim: Pêngava ku Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an pêş xist, hemleyek pir girîng e. Ez bawer dikim ku her kes wê niha girîngiya vê hemleyê hîn zêdetir fêm bike. Yanî niha geşedanên diqewimin û rewşa heyî, girîngiya vê stratejiya nû nîşan dide.
Rêber Apo di salvegera yekemîn a vê hemleyê de daxuyaniyeke girîng da. Got, “Êdî di pêvajoyê de qonaxa duyemîn destpê kir.” Gelek derdor ne li bendê bûn ku tevgera me bi vî rengî bi Rêber Apo re pêvajoyê pêş bixe. Gelek derdoran şîrove dikir, digotin, ‘îkna nabin’. Gelek kesan hêvî dikir ku di nava tevgera me de parçebûn çêbibe. Lê dema borî pir baş nîşan da ku weke rêveberî, çêker, şervan û gel, yanî em hemû bi Rêber Apo re yek in. Ev di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de sekneke pir girîng e. Bi vî rengî di her qonaxê de pêşxistina ruhê yekîtiyê, mijareke ji rêzê nîne. Li ser vê bingehê ji aliyê me ve pêvajo bi rengekî serketî hatiye pêşxistin û me wezîfeyên xwe bi cih aniye. Mijarên herî girîng, fesixkirina PKK’ê û rawestandina stratejiya şerê çekdarî bû. Guhertina di van xisûsan de helbet ne tiştekî ji rêzê ye.
Niha weke ku me anî ziman Rêber Apo di daxuyaniya xwe ya 27’ê Sibata 2026’an de diyar kir ku êdî qonaxa duyemîn dest pê kiriye. Qonaxa duyemîn çi ye? Qonaxa duyemîn, avêtina pêngavên yasayî ye. Yanî zêdetir wê dewletê pêngavên hewce biavêje. Jixwe weke tê zanîn Komîsyona ku li Meclîsê hate avakirin jî rapora xwe amade kir û pêşkêş kir. Diyar e ku wê di meha pêşiya me de têkildarî vê mijarê biryar were dayîn. Di vê çarçoveyê de meha Nîsanê meheke girîng e. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke herêmî ye û girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Bi taybetî jî gelê Kurd û dewleta Osmaniyan – ku di dema Komarê de jî Komara Tirkiyeyê- heya niha di gelek serdeman re derbas bûne. Lê belê ji sala 1806’an ve ye ku wê demê Abdullah Babanzade li Koysancakê xençerek li waliyê Osmaniyan xist û heya niha ku 220 sal bi ser de derbas bûne û di nava van 220 salan de her çend Tirkiye weke Şerê Rizgariyê car caran di nava hevparbûnê de be jî, bi giranî şer û pevçûn hebûne. Di navbera gelê Kurd û dewletan de tim pirsgirêk, serhildan û li hemberî serhildanan jî komkujî pêk hatine kirin. Ev rastiyek e.
Niha wê Meclîsa Tirkiyeyê di vê mijarê de biryareke mayînde bistîne yan na? Yanî wê pirsirêka ku bi sedsalan e berdewam dike, çareser bike yan na? Ji bo vê yekê pêvajoya heyî gelekî girîng e? Di vê mijarê de wê TBMM li ser navê dewleta Tirk biryarê bide. Em jî ji rayedarên dewleta Tirk hêvî dikin ku di vê mijarê de biryareke têkildarî çareseriya rastîn pêş bixin. Bi rastî jî divê ev pirsgirêka ku bi sedsalan e berdewam dike, bi awayekî mayînde were çareserkirin. Divê ev yek were zanîn ku bi tenê derxistina hin yasayên têkildarî bêçekkirina gerîlayan wê têrê neke. Ger li ser navê çareseriyê bes li ser vê yekê bixebite, helbet ev yek nabe.
Beriya her tiştî mîmarê vê serdemê Rêber Apo ye. Heya ku pirsgirêka azadiya Rêber Apo neyê çareserkirin ev pirsgirêk jî çareser nabe. Azadiya Rêber Apo, hem siyasî, hem civakî, hem dîrokî û hem jî exlaqî hewcehiyek e. Roja îroyîn gelê me jî li qadên Newrozê tim û tim vê yekê qîr dike. Ev yek, bes weke tevger ne daxwazeke me ye. Rast e; weke tevger daxwaza me ya ewil ev e lê belê ev yek di heman demê de daxwaza hemû gelê me û dostên me yên liseranserê cîhanê ye. Dawaza hemû wan kesan e ku bi pirsgirêkê re eleqedar dibin û daxwaza çareseriyê dikin. Yanî roja îroyîn daxwazeke bi vî rengî heye û ji bo çareseriyê divê tiştên hewce werin kirin. Hewcehiya azadiya Rêber Apo ne tiştekî wisa ye ku bi darê zorê tê ferzkirin û şert e; encameke ku bi awayekî xwezayî divê pêk were.
Dîsa bo nimûne, hebûna gelê Kurd tê qebûlkirin. Baş e bila wê demê bi awayekî nivîskî jî were qebûlkirin. Bila ev yek qanûnî be. Ev, yanî heya ku gelê Kurd negihîje statuyeke yasayî û azadiya Rêber Apo pêk neyê pirsgirêka heyî jî bi awayekî mayînde çareser nabe. Ji bo çareseriyeke mayînde teqez divê dewlet di vê çarçoveyê de pêngavan biavêje. Roja îroyîn herêma Rojhilata Navîn şer û pevçûn zêde hene. Û ji bo hemû welatan talûke heye. Ger dewleta Tirk bi awayekî rehet pêvajoyeke bi vî rengî pêşwazî dike, di vê yekê de rola Pêngava Aşitî û Civaka Demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşxistin, gelek e. Yanî Rêber Apo ev pêvajo pêş xist û a niha Tirkiye rehet e; lê belê ger li her derê şer hebûna Tirkiye wê gelekî tengav bûna û wê bi talûkeyên mezin re rû bi rû mana. A niha têkildarî vê mijarê bo nimûne hin rayedarên Tirk diyar dikin ku mijara azadiya Rêber Apo ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin. Baş e wê demê hûn jî tiştên ku Rêber Apo kirine ji gel re bibêjin! Vaye em jî ji bo qanihkirinê tim ji heval û gelê xwe re dibêjin. Hûn jî bibêjin. Siyaseta ku a niha Rêber Apo girêdayî xwişk-biratiya Kurd û Tirkan pêş xistiye, tê çi wateyê? Bo nimûne a niha yên AKP’yê dibêjin ‘’li herêmê şer heye; moşek û drone diçin hemû welatan. Îsraîlê Kumbeta Hêsinî hebe me jî kumbeta ku me di pêşengtiya Tayyîp Erdogan de ava kiriye, heye.’’ Baş e lê belê kumbeta ku tê diyarkirin çawa hatiye avakirin, divê vê yekê jî bizanibin. Ji bo vê yekê hewcehiya ku hemû kes aliyê xwe qanih bike, heye.
Me di vê serdemê de di nava hêzên gerîlayan de, di serî de civîna salane ya Konseya Fermandariya HPG’ê me hin civîn li dar xistin û me ev bi awayekî serkeftî temam kirin. Civîna salane ya kademeya fermandariya me ji aliyê serketina serdemê ve biryarên girîng stand. A niha ne hewce ez di vê roportajê de qala va biryaran hemûyan bikin lê belê ez dixwazin hin tiştan bînim ziman: Gerîla, dixwaze bi awayekî rasterast Rêber Apo bibîne û dixwaze di nava diyalogê de be. Jixwe di kongreya me fesixkirinê de jî ev biryar hebû. Bi vî awayî bû; ‘Divê qonaxa xwebêçekkirinê ji aliyê Rêber Apo ve were birêvebirin.’ Divê ev yek rast were fêmkirin: Aha gerîla jî a niha daxwaza vê yekê dike. Yanî divê hemû kes vê daxwazê fêm bike, ji bo vê yekê hewl bide û di vê çarçoveyê de çareseriya mayînde were pêşxistin. Yan na ji bo pêkhatina gotinên Devlet Bahçelî yên di daxuyaniya wî ya çend rojan beriya niha de ku gotibû ‘di vê serdema girîng de divê Tirkiye rolekê bilîze, bibe navend’ divê li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi awayekî mayînde were çareserkirin. Yanî tiştên ku Devlet Bahçelî anîne ziman wê bes girêdayî tifaqa Kurd-Tirkan pêk werin. Divê hemû kes vê yekê bibîne û ji bo vê yekê hewl bide.
Ez hêvî dikim ku rayedarên dewleta Tirk jî li ser van mijaran bifikirin, girêdayî vê yekê biryareke stratejîk bistînin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ya bi awayekî mayînde her çend di carekê de jî nebe ji bo pêşxistinê biryarê bistînin û pêngavan biavêjin. Bendewariya me wisa ye, di vê çarçoveyê de meha li pêşiya me gelekî girîng e. Em li bendê ne ku wê biryara dewleta Tirk û hiûmeta wê çi be. Ev yek, wê rewşa pêvajoyê diyar bike.
Divê yek yek jî were zanîn ku em bê alternatîf nînin; alternatîfên me hene. Dema ku em wiha dibêjin bila tu kes şaş fêm neke. Em tevgereke xwedan tecrûbe, bihêz û civakî ne. Lê belê em dixwazin çareseriyê pêş bixin û ji vî aliyî ve alternatîfên me hene. Ger çareserî hebe em ji bo vê yekê amade ne. Ger nebe, yanî rewşa çaresernebûnê pêş bikeve em ji bo wê jî amade ne û em li ser vê yekê jî dixebitin. Em ne tevgereke ecemî ne, em xwedan tecrûbe ne. Kûrahî, hêz û tecrûbeyên me yên ku ji rêyên cuda serkeftinê bi dest bixe, hene. Ji ber vê yekê divê hemû kes pêvajoyê û vê mijarê rast binirxîne. Bi vî awayî em dikarin çareseriyê bi dest bixin û em dixwazin ku çareserî pêş bikeve.
Rêber Apo têkildarî vê mijarê hewleke mezin nîşan dide û em jî li pişt Rêber Apo di nava yekîtiyê de disekinin. Lê belê ji bo çareseriyê divê aliyê Tirkiyeyê jî heqîqetê bibîne û li gorî vê yekê pêngavan biavêje. Di vê çarçoveyê de em hêvî dikin ku dewleta Tirk pêngavên hewce biavêje û hewlên Rêber Apo bi encam bin û bigihîjin serkeftinê.
PÊVAJO DIKARE BEROVAJÎ BIBE
Pirsên me ev bûn. Herî dawiyê hûn dixwazin çi bînin ziman?
Weke tevger û gel, di esasm xwe de weke hemû gelên li herêmê em di serdemeke girîng re derbas dibin. Weke ku me di axaftina xwe de jî anî ziman, her çend ne a niha jî be mehên li pêşiya me gelekî dîrokî ne û pêvajoyeke girîng e. Em dixwazin Newroza sala 2026’an bibe Newroza azadiya rastîn yanî bibe Newroza azadiya Rêber Apo. Sala 2026’an ji bo vê yekê namzet e. Em vê îdîayê tim û tim tînin ziman, em vê dirûşmeyê bilind dikin lê belê divê êdî pêk were. Ji niha ve diyar e ku sala 2026’an wê ji bo me bibe saleke gelekî girîng.
Bêguman divê nêzîkatiyeke bi sistî û saf tune be. Dibe ku her tişt berovajî pêş bikeve jî û li dijî me êrîşên berfireh werinkirin. Weke rêxistin em li ser vê yekê jî difikirin û têkildarî vê mijarê jî em xebatên xwe didomînin. Lê belê divê kes şaş fêm neke. Divê em li hemberî hemû rewşan tedbîrên xwe bistînin. Divê gelê me jî Newroza 2026’an bi şîata Azadî Yekîtiya Demokratîk pêşwazî bike, piştî Newrozê jî têkoşîna xwe xurt bike, xwe zêdetir birêxistin bike, tev bigere, yekîtî û xweşiyê dabîn bike. Ji ber ku a niha ne diyar e ku wê pêvajo çawa pêş bikeve. Erê di mijara pêşketina wê ya bi awayekî erênî de hêviyên me hene lê belê di nava karî de gelek alî hene. Û îhtimala valaderxistina hewlên Rêber Apo yên bi duristî û kedeke mezin nîşan dane û berovajîbûna pêvajoyê jî ne îhtîmaleke dûr e. Divê gelê me jî em jî li hemberî vê rewşê amade bin.
Ji ber wê yekê em qala serdemeke ku du ihtîmalên wê hene, dikin. Divê em ji her du aliyan ve jî amadehiyan bikin. Rewş û alternatîf her çi dibib bila bibin divê em ji hemû aliyan ve amade bin, girêdayî vê yekê xwe zêdetir birêxistin bikin û tev bigerin. Divê gelê me bi vî awayî nêzîk bibe. Ger wisa be, em ê bi her awayî encamê bi dest bixin. Geşedanên li hemû perçeyên Kurdistanê rû didin, nîşan didin ku; rewşeke nû û dîrokî di rojevê de ye. Di vê pêvajoya nû û dîrokî de divê em weke gelê Kurd û Tevger ser bikevin. Ji ber vê yekê her çend kêmasî hebin jî weke rêxistin tiştên hewce tên bicihanîn lê belê divê gelê me jî her tiştê ku dikeve berê wan bi cih bîne. Ger em Newrozê di vê çarçoveyê de pîroz bikin wê ev yek bibe pîrozbahiyeke rast. Ev hêvî dikim ku gelê me jî wê di vê çarçoveyê de nêzîk bibe, ez careke din Newroz û Cejna Remezanê li hemû gelê me û însanan pîroz dikim û di sala 2026’an de ji hemû berxwedêrên şoreşê û hevrêyan re serkeftinê dixwazim.