Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin
Li gundê Bîrakizîr ê navçeya Rezan a Amedê, bi boneya rojbûna Rêber Apo 77 darên çamê û 77 darên çinarê hatin danîn.
Li gundê Bîrakizîr ê navçeya Rezan a Amedê, bi boneya rojbûna Rêber Apo 77 darên çamê û 77 darên çinarê hatin danîn.
Platforma Saziyên Demokratîk, li gundê Bîrakizîr ê navçeya Rezan a Amedê, bi boneya rojbûna Rêber Apo, dar danîn. Di çarçoveya çalakiyê de li qada bi navê "Baxçê Azadiyê" yê li Qerejdaxê 77 çam û 77 çinar hatin danîn.
Di dema çalakiyê de tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Piştî danîna dsaran, zarokan paste birî. Şêniyên taxê diyar kirin ku ji bo navê gund bikin "4'ê Nîsanê" ew tevbigerin.