Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî êrîşa li dijî mala Neçîrvan Barzanî şermezar kirin

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û Serokê YNK'ê Bafil Talebanî êrîşa li dijî mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û piştgiriya xwe nîşan da.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSDˊê di peywendiyeke telefonê de bi serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi tundî êrişa li dijî mala wî şermezar kir.

Ebdî di peywendiyê de diyar kir ku ew li kêlek gel û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê di rûbirbûna gef û êrişan de disekinin û anî ziman ku ewlehî û aramiya Kurdistanê erka tevan e û aramiya Başûr ji aramiya her Kurdekî/ê û herêmê ye.

Mazlûm Ebdî piştevaniya xwe ya tevahî bi Herêma Federal a Kurdistanê re di van demên hestiyar de nîşan da, tundî û tevahî şêweyên gefên siyasî yan jî leşkerî red kir.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî têkildarî êrşa bi dronan a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Talebanî êriş şermezar kir û got: “Kiryarên bi vî rengî nayên qebûlkirin û gefek e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye. Em piştgiriyê li serweriya yasayê dikin û daxwaza lêkolînek hevbeş dikin da ku êrişkar bên eşkerekirin. Em amade ne bi her awayî piştgiriya vê pêvajoyê bikin.”